ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parêzer Jûan Prosper diyar kir ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û got, "Em nizanin bê Ocalan di kîjan şert û mercî de ye. Lewma gelekî girîng e ku CPT rapora xwe ya li ser Îmraliyê eşkere bike."

Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku divê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk were û got, "Muxatab Birêz Ocalan e. Ji bo vê jî divê şert û mercên azadiya wî bêne afirandin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û bang kir ku bi çalakiyên 1'ê Gulanê re Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî bigihêje asteke nû ya bilind.

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku kuştina jinê bêyî ku bi rengekî berfireh bê lêkolîn weke 'xwekuştinê' tê qeydkirin û ev yek jî cihê gumanan e.