'Hakî Karer di nava pîvan û armancên PKK'ê de ye'

"Rêbertî di Îlona 1977'an de li Dîlokê pêşnûmeya Bernameya Partiyê nivîsî. Bi vî rengî di pîvan û armancên bernameyê de xwedî li rastiya Hakî Karer hate derketin. Partîbûnê bi vî rengî destpê kir."

HAKÎ KARER

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan têkildarî jiyana Şehîd Hakî Karer ji kovara Stêrka Ciwan re nirxandin kir.

Dûran Kalkan bi bîr xist ku 18'ê Gulanê ji bo wan roja şehîdan e û bi vê wesîleyê di şexsê Hakî Karer de şehîdên partiyê û têkoşînê bi hezkirin, hurmet û minetdarî bi bîr anî.

Dûran Kalkan anî ziman ku wî Hakî Karer li Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê nas kir ku hingî bi hev re xwendekar bûn û got, "Beriya ku Rêber Apo nas bikim, min hevalê Hakî nas kir. Bêguman min hevalê Cûma jî nas kiribû. Hevalê Hakî di sala hîndekariyê ya 1971-72'an de derbasî Beşa Matematîkê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê bûbû."

Dûran Kalkan anî ziman ku wî nizanîbû ku Hakî Karer bi Rêberê Gelê Kurd re dimîne û got, "Lê belê yek ji milîtanên şoreşger bû ku li Fakulteya Fenê dihate naskirin. Bi hin kesan re hewl dida komeke şoreşger bi rêxistin bike. Pêşengî dikir. Ji xwe li fakulteyê gelek faşîstên MHP'yî hebûn. Koma şoreşger ji bo karibe hebûna xwe biparêze diviyabû xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikira, bi hev re tevbigeriya. Hevalê Hakî pêşengî ji vî karî re kir, bi rêxistin kir. Di şerê dijî faşîstan de timî li pêş bû, şer bi rê ve dibir."

Dûran Kalkan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Mijdara 1972'an de ji zindanê derket û got, "Dîroka wê baş nayê bîra min, lê belê meha Mijdarê bû. Rêber Apo dema ji girtîgehê derket, ji ciwanekî ji Derya Reş navnîşana hevalên Hakî û Kemal wergirt. Yek ji wan ciwanan bû beriya bê girtin li wê malê dima. Ji Rêber Apo re dibêje, 'Şoreşger in, ew der ji bo we guncaw e'. Rêbertî jî piştî ku ji girtîgehê derket çû wê malê. Ji ber ku hate girtin derfet nebû ku li wargeha xwendekaran bimîne. Piştî çend rojan diçe, em bi wê nizanin lê belê diçe mala ku adresa wê dabû wî. Li derî dixe, xwe dide naskirin û piştî ku dikeve hundir li wê malê dimîne. Kemal Pîr bi vê gotinê qala wê demê dikir, 'Rojekê li derî xist, silav da, pirsî ku wê weke mêvan wî qebûl bikin? Me got, kerem bike, piştî roja duyemîn bû xwediyê malê, ferman da me'.

Dixwazim vê yekê bibêjim. Sekna Rêbertî, pêşketina rêbertî bûyereke cuda ye, lê belê li holê hîn ê pratîkeke bi vî rengî tine bû. Tenê çend gotin hebûn. Di rewşeke bi vî rengî de fêhmkirina van gotinan weke gotina rêbertî, sekn û asteke taybet û têgihiştî ya mezin e. Ast, cidiyet û samîmiyeta pêşengiyê nîşan dide. Yên ku ev yek herî zêde û bi xurtî nîşan dan hevalên Hakî Karer û Kemal Pîr bûn. Piştre jî qet jê qut nebûn. Wê naskirina hev vejîneke nû temsîl kir. Pêngaveke nû hate avêtin. Nîşan da ku jiyaneke nû, cîhaneke nû dikare pêk were. Bû gava destpêkê ya pêvajoya pêşketinekê."

Dûran Kalkan bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo Hakî Karer gotibû, 'mîna ruhê min ê veşartî bû' û nirxandineke bi vî rengî kir, "Hevalê Kemal Pîr jî hêza tevgerê bû. Di cih de biryar dida, li cihê xwe nedisekinî, timî di nava liv û tevgerê de bû. Tevgerê mîna tevgereke Rêbertî destpê kir. Destpêkê her kes tevlî Rêbertî bûn. Lewma Rêbertî pêşengî jê re kir. Agahî hemû li gel Rêbertî kom dibûn. Tevgera PKK'ê, koma Apoyiyan, Şoreşgerên Kurdistanê heta avabûna fermî ya PKK'ê rêxistineke fermî nebûn, di pratîkê de ji aliyê Rêbertî ve dihatin birêxistinkirin.

Bi fermî nebe jî di pratîkê de Hakî Karer di meşandina kar de alîkarî ji Rêbertî re dikir. Mînak, y ên ku nikarîbûn bi Rêbertî re hevdîtinê bikin bi hevalê Hakî re hevdîtin dikirin. Ji wî ferman werdigirtin. Yên ku dixwestin raporê bidin Rêbertî, nikarîbûn hevdîtinê bi Rêbertî re bikin jî bi hevrê Hakî Karer re rûdiniştin, rapor didan Hakî Karer. Perspektîf jî ji wî werdigirtin. Gelek tişt di ser hevrê Hakî Karer ji Rêbertî re dihatin ragihandin.

Rêbertî jî ev karên Hakî Karer rast didît, weke ku şaşitiyê nake didît.

Hevalê Hakî dema karek dikir Rêbertî ew nedişopand. Jê piştrast bû û digot, 'Hakî wê hemû derfet û firsendan bi kar bîne û encamê bi dest bixe û raporê pêşkêş bike'.

Hevalan jî gotinên hevalê Hakî weke gotinên Rêbertî weke fermanê didîtin û li gorî wê tevdigeriyan. Ti guman jê nedikirin. Dema ku xwe digihandin hevalê Hakî weke ku xwe gihandibin Rêbertî û pê re hevdîtin kirine, qebûl dikirin."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku Hakî Karer li ser vê bingehê di pratîkê de tevlî karê avabûna koma îdeolojîk a li Enqereyê bû û got, "Ew mal di dema zextê ya 12'ê Adarê de mîna biryargehekê bû. Cihekî xwendin û nîqaşkirinê bû. Mîna pirtûkxaneyekê bû."

Dûran Kalkan ragihand ku di destpêka sala 1976'an de dema biryara vegera li Kurdistanê û pratîka wê hate wergirtin, Hakî Karer yek ji kesên destpêkê bû ku vegeriya Kurdistanê û got, "Tê gotin ku çû herêma Serhedê. Dawiya sala 1976'an li Wanê erdhej çêbûbû, dibe ku çûbe wê derê. Ji koma Apoyî yên li hemû qadan çûn herêma erdhejê. Koma Dîlokê jî çûbû. Li aliyê Serhed-Bazîdê demeke dirêj nema, ji bo wezîfeyên demkurt çûbû gelek deveran. Wê demê ji bo kar bike çû Êlihê, demekê lê ma. Li Êlihê hîmên destpêkê ji aliyê hevalê Hakî ve hate danîn."

Dûran Kalkan ragihand ku di dawiya havîna heman salê de Hakî Karer derbasî Dîlokê bû û diyar kir ku heta 18'ê Gulana 1977'an dema şehîd bikeve li Dîlokê ma, dem bi dem li bajarên derdora Dîlokê jî kar kir.

Dûran Kalkan anî ziman ku gelek hevalên wan li Dîlokê kar dikirin û got, "Lê belê piştî ku hevalê Hakî çû Dîlok veguherî navendekê. Di pratîkê de bû navenda karê PKK'ê yê li Kurdistanê. Belavok ji wê derê dihatin weşandin, ferman ji wê derê dihatin wergirtin. Rêbertî bi giranî li Enqereyê bû. Pêngava destpêkê ya taktîkî yanî çalakiyên nû ji wir dihatin afirandin. Hevalê Hakî jî pêşengî ji vê re dikir. Çalakî kir, perwerde bi rêxistin kir, karkerî kir. Ji bo birêxistinkirina tevgera ciwanên şoreşger her kar kir. Dîlok navendeke girîng a şoreşgeran bû. Nû mezin dibû û bi pêş diket. Li Kurdistanê metropol bû. Di serî de Riha ji bajarên Kurdan ciwanan berê xwe didan Dîlokê. Karker û xwendekar dihatin. Girseyeke mezin a Kurdan lê hebû, piraniya wan karker û xwendekar bûn. Di nava wan de jî PKK zû bi pêş ket. Tevgera kadrobûyînê ya destpêkê li Dîlokê pêk hat. Bi dehan malên komun hatin avakirin, komên perwerdeyê hatin avakirin. Di nava karker û ciwanan de bû komeke mezin. MHP'ê jî hewl dida li wan qadan xwe bi rêxistin bike. Di têkoşîna dijî derdorên faşîst ên MHP'ê de pêşengî ji têkoşînê re dikir.

Di destpêka meha Gulanê de civîna Rêber Apo ya li Dîlokê bi rêxistin kir. Berpirsyarê Dîlokê bû. Di destpêka sala 1977'an de beşdarî civîna li Enqereyê bû, piştre jî bi rengekî fermî bû alîkarê Rêbertî."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku Hakî Karer bi rengekî rêxistinî tevdigeriya û rêveberî dikir, lewma jî şehadeta Hakî Karer bandor li her kesî kir.

Dûran Kalkan got, "Qetilkirina hevrê Hakî Karer pêvajoyeke diyarkirinê bû. Rêber Apo di parêznameyên xwe de got, 'Heta wê demê nediyar bû ku PKK wê çawa bimeşe, bikeve pratîkê'. Bûyera qetilkirina Hakî Karer bû sedem ku gaveke bi vî rengî bê avêtin. PKK'ê ji du aliyan ve gav avêt. Ya yekemîn şerê tolhildanê yê şoreşgerî da destpêkirin. Pêvajoya têkoşînê ya li ser bingeha tundiya şoreşgerî ya li dijî kes û saziyên ajanbûyî li ser bingeha hilanîna tola Hakî Karer destpê kir. Biryareke bi vî rengî ya tolhildanê da. Heta wê demê PKK'ê çek bi plankirî bi kar nedianî. Di bûyerên ciwanan ên cuda de bi kar anî be jî şexsî bû, çalakiyeke mezin a çekdarî ya plankirî nekiribû. Çalakiya destpêkê ya çekdarî ya mezin cezakirina kujerên Hakî Karer bû. Vê yekê gelekî bandor kir. PKK şeş mehan bi vê ve mijûl bû. Ji wê rojê û vir ve dewam dike. Ya rast mirov dikare bibêje destpêka şerê parastina rewa, şerê xweparastinê bû. Bikaranîna tundiya çekdarî bi vî rengî destpê kir.

Beriya civîna Dîlokê me li Amedê civînek pêk anî bûn. Rêbertî li ser Rojhilata Navîn, cîhan û Kurdistanê 8 saetan nirxandin kir. Dawiya dawî jî got, 'Ji bo hilweşandina mêtingeriyeke bi vî rengî ji bilî şerê rizgariya neteweyî rêyeke din nîne'."

Dûran Kalkan destnîşan kir ku gava duyemîn jî partîbûyîn bû û got, "Rêbertî got, 'Biryara partîbûnê hate dayin. PKK rêxistiniya ji bo bîranîna Hakî Karer e'. Du biryarên bingehîn hatin wergirtin. Yek destpêkirina berxwedana çekdarî. Du, biryara destpêkirina pêvajoya partîbûnê.

Rêbertî di Îlona 1977'an de li Dîlokê pêşnûmeya Bernameya Partiyê nivîsî. Di vegotina bernameyeke bi vî rengî de di pîvan û armancan de xwedî li rastiya Hakî Karer hate derketin. Partîbûnê bi vî rengî destpê kir. Piştre jî pêvajoya avabûna partiyê destpê kir. Lewma di bingeha PKK û tundiya şoreşgerî de xwedîderketina li bîranîna Hakî Karer heye. Em di sala 45'an a pêvajoyeke bi vî rengî de ne. 45 sal in pêşengiyeke mezin a partiyê, pêşketina partiyê heye û li dijî her cûre paşverûtiyê li ser bingeha tundiya şoreşgerî şerê xweparastinê tê kirin. Hakî Karer di partîbûn û berxwedaneke bi vî rengî de tê bîranîn."