Hevşaredar Abdullah Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan anî ziman ku ew li bendê ne ku her kes li dijî vê bêhiqûqiyê rabe ser pêyan û got: “A ku îro li me tê kirin, wê sibe li Îzmîrê jî were sepandin."

Fermana AKP'ê mafên memnû yên Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan hatin îadekirin. Ev biryar li gelek cihan tê protestokirin. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî dan. Bi sedan welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Zeydan ku li vir axivî, got: "Me li Wanê bi vîna gelê xwe 14 şaredarî bi dest xistin. Lê di vê pêvajoyê de çendî min mafên xwe yên memnû bi dest xistin jî, hewl didin kemînê deynin ber vîna gel."

‘LI DIJÎ VÊ BÊHIQÛQÎTIYÊ RABIN SER PÊYAN’

Zeydan diyar kir ku li Tirkiyeyê biryareke bi vî rengî nîn e û got: “Tiştekî wiha heye ku biryareke li Dadgeha Bilind teqez bûyî, ji aliyê dadgeha herêmî ve ji holê tê rakirin. Bêhiqûqîtî û bêqanûnîtiyeke mutleq heye. Carinan Wezareta Dadê ji bo fêdeya qanûnê serî li xerakirinê dide. Prosedureke wiha heye. Lê vê prosedurê jî bi kar neanîne. A rast dadgehê dikaribû biryara dozgeriyê bişîne Dadgeha Bilind. Li hemberî vîna gel kemîneke hatiye danîn. Lê em ê heya dawiyê li hemberî vê kemînê vîna gelê xwe biparêzin. Wer xuya ye gava biryar hatiye dayîn haya AKP'ê pê xistine û wan jî daxwaz kiriye. Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr daxwaza dayîna mazbatayê ya ji bo namzetên AKP'ê qebûl nekiriye, lê du endaman gotine erê. Li dijî vê biryarê mafê me yê îtirazkirinê heye. Jixwe parêzerên me di vî warî de dixebitin. Lê pêvajoyeke hiqûqî ya dimeşe tune ye. Li vir mesele ne Zeydan û Şedal in, kemînek danîne ber gelê Kurd, gelê Wanê. Em li bendê ne ku her kes li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabe. Ji ber ku ya îro li me tê kirin, wê sibe li Îzmîrê jî were sepandin. Kes nikare vîna vî gelî binpê bike."

Zeyndan bang li namzetê AKP'ê jî kir û got: "Tu yê çawa vîna vî gelî binpê bikî û li ser wê qoltixê rûnê? Tu yê çawa li rûyê vî gelî mêze biki, tu çawa derkevî hizûra vî gelî. Ev gel vê tiştê qebûl nake. Em bang li her kesî dikin ku bi aqlê selîm tevbigerin. Em gelê Wanê yê xwedî li vîna xwe û rûmeta xwe derdikeve silav dikin."

‘GEL DÊ LI HEMBERÎ VÊ XESPÊ LI SER PÊYAN BE’

Piştre Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî axivî. Şedalê tiştên hatine kirin wekî "darbeyeke siyasî" şîrove kir û got: "Em careke din diyar dikin ku em ê li hemberî vê xwedî helwest bin û em ê tiştên ji me hatine stendin ji wan bistînin. Em vê biryara Komara Tirkiyeyê qebûl nakin. Biryareke siyasî ye û xesp e."

Şedalê anî ziman gelê Wanê nîşan daye ku dê li hemberî vê xespê li ser pêyan be û ev bang kir: "Em bang li gelê xwe dikin ku rê nedin van kirinan û xwedî li vîna xwe derkevin."