YXK-JXK: Berxwedana Bogazîçî berxwedana me ye
“Mîna ruhê 68’an li hemû cîhanê weke xwendekaran bi berxwedana xwe em ê derbê li her cûre faşîzmê bidin, em ê bi hev re li zanîngehan stranên azadiyê qîr bikin.”
“Mîna ruhê 68’an li hemû cîhanê weke xwendekaran bi berxwedana xwe em ê derbê li her cûre faşîzmê bidin, em ê bi hev re li zanîngehan stranên azadiyê qîr bikin.”
Koordînasyona YXK-JXK’ê têkildarî xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya li dijî Melîh Bûlû ku ji aliyê AKP’ê ve weke rektor qeyûm hatiye danîn, daxuyaniyek da.
YXK-JXK’ê bal kişand ku desthilata faşîst ji hatina ba hev a xwendekar û nerazîbûnên xwe anîna ziman aciz e û got: “Ji bo vê berxwedana xwendekaran vala derbixe li qadê serî li her cûre şerê taybet dide, ketiye nava hewldanên terorîzekirina çalakiyên xwendekaran.
Li heberî vê jî xwendekarên zanîngeha Bogazîçî di berxwedanê de li dijî zextan bi israr û biryardarî çalakiya xwe belav dike. Li gelek derên cîhanê çalakiyên piştevaniya bi Bogazîçî re tên lidarxistin. Ev jî nîşaneya ku çalakî bi Bogazîçî re sînordar namîne.
Em îro dizanin ku li Tirkiye ji bo raman û hizrên gelê Tirkiye qeyûm hatiye danîn. Ev ne meseleyek ya zanîngehekê ye, ev pirsgirêka azadiyê ye, pirsgirêka civakê ye.
Em YXK-JXK di wê baweriyê de ne ku li dijî faşîzmê divê têkoşînek bi rêxistinkirî û kolektîf lazim e. Dîsa biryardariya jiyana azad wê bi têkoşîna me xwendekaran encamgir be. Berxwedana Bogazîçî berxwedana me ye.
Mîna ruhê 68’an li hemû cîhanê weke xwendekaran bi berxwedana xwe em ê derbê li her cûre faşîzmê bidin, em ê bi hev re li zanîngehan stranên azadiyê qîr bikin. Ji bo vê yekê ji bo li dijî qeyûm, tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê bi awayekî rast tevlî pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bibin, wisa dikarin dîwarên tên lêkirin parçe bikin.
Dîsa em bang li her kesê dikin ku vê têkoşîna bi heq û rewa mezin bike, hemû ciwanên li ber xwe didin silav dikin.”