Yuksel Koç: Berxwedan çareyeke mezin e

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç li bajarê Stûttgartê Elmanyayê bi endamên meclîsa Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk civiya.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê ku li Strasboûrgê li dijî tecrîdê 161 rojan tevî 14 çalakgeran di greva birçîbûnê de mabû, li bajarê Stûttgartê Elmanyayê bi endamên meclîsa Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk civiya.

Koç di vê civînê de got ku “Me îro jî dît ku di demên herî xerab ên faşîzmê de, tişta ku zehmet e divê were kirin. Berxwedan her dem serkeftinê tîne û berxwedan çareya herî mezin e. Vê berxwedanê bi hezaran kes anî ba hev. Heta ku şertên jiyana azad ên Rêber Apo pêk were, em ê vê berxwedanê bidomînin. Vê çalakiyê nîşanî me da ku gelê Kurd gelekî fedaî ye. Em soz didin Rêbertiya xwe, em ê bibin rêhevalê wî yê hiş û giyan. Ji bo vî tiştî çi ji destê me were, em ê bikin.”