Yekmal zarokan bi tenê nahêlin
Komeleya Yekmalê ya ku li dibistanên û mekanên wê du ziman yanî Kurdî û Elmanî tê axaftin, di rojên şewba koronayê de zarokên li malê mane û malbatên wan bi tenê nahêle.
Komeleya Yekmalê ya ku li dibistanên û mekanên wê du ziman yanî Kurdî û Elmanî tê axaftin, di rojên şewba koronayê de zarokên li malê mane û malbatên wan bi tenê nahêle.
Di dema şewba koronayê de hêlînên zarokan hatin girtin. Perwerdekarên Yekmalê ji bo malbat û zarokên wan xwe tenê his nekin, bi pakêtên diyariyan çûn serdana wan û ew şa kirin. Yek ji perwerdekaran a diyarî amade kirine, Xemsê Bayram diyar kir ku dema hêlînên zarokan hatine girtin, wan ber xwe nedîtiye û firsenda wan çênebûye xatir jî ji zarokan û malbatên wan bixwazin. Xemsê dibêje, “Me civînek li ser rewşê kir. Di civînê de me diyar kir ku wisa ji nişkê ve ketina hundur a zarokan, qutbûna têkiliyên wan bi hêlînê re, şideta nava malbatê, guhertina tevgerên wan ji nişkê ve û qutbûna wan a ji perwerdeyê, ji bo zarokan bi rîsk e, lema me biryar da em di vê pêvajoyê de biçin serdana malbatan û destekê bidin wan.”
JI BO ZAROKAN DIYARÎ
Xemsê dibêje, ji bo zarok xwe tenê his nekin û mejiyê wan tevlîhev nebe, pakêtên diyariyan amade kirine. Ji bo zarokan pirtûkên boyaxkirinê yên bi kurdî-elmanî amade kirine. Wekî din nepox, çûkolata û tiştên din dane wan. Di vê demê de ew çûne serdana 38 malbatan. Xemsê got, “Malbat, nexasim zarok gelekî kêfxweş bûn. Zarokan xwest em li cem wan bimînin.”
Hinek malbatan tirsa xwe anî ziman ku zarokên wan di vê demê de kurdiya xwe ji bîr bikin û ji bo vê jî meteryal ji wan xwestine. Lema jî ji malbatan re vîdeo şandine. Wekî din bi rêya înternetê ew hewl didin bi zarokan re bipeyivin. Xemsê rewşa zehmet a ji bo malbat û zarokan destnîşan dike û dibêje, divê em vê rewşa zehmet ji bo xwe bikin firsendeke mezin û bêhtir bi zarokên xwe re elaqedar bibin.
METERYALÊN BI KURDÎ AMADE DIKIN
Koordînatora Yekmalê Gunya Darici jî tîne ziman ku du hêlînên wan ji ber vîrusa koronayê hatine girtin, lê ew her tim li zarokan digerin û bi wan re têkiliyê datînin.
Darici diyar kir ku wan di vê pêvajoyê de xeteke lezgîn çêkiriye û di rewşên lezgîn de haziriyên wan hene, bikevin nava tevgerê û vê xizmetê li Berlînê ji bo her mirovî dikin. Li ser înternetê şêwirmendiya ji bo penaberan çêkirine û hewl didin alîkariya her kesî bikin.
Darica da zanîn ku wan projeya “Lernen ist Licht” (hînbûn rohnî ye) li ser webê (înternetê) daye destpêkirin û ji bo zarokan materyalên kurdî lê bar kirine. Wekî din, ew daxuyaniyên têne kirin hemûyan yekser werdigerînin Kurdî. Saziya navendî ya em li bin banê wê ne DPV bi 7 zimanan der barê korona de bruşur amade kiribûn, lê Kurdî di navê de tinebû, me bi Kurdî amade kir û radestî wan kir. Ev bi kêfxweşî pêşwazî kirin û gotin, em ê ji niha û pê ve bi Kurdî jî çêkin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA