Yek ji fermandarê HPG’ê Aslan Kalkan li Dortmûndê hate bibîranîn

Yek ji fermandarê HPG’ê Aslan Kalkan (Yûsûf Aslan) ê ku di 16’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûbû li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê hate bibîranîn.

Di bibîranînê de hate gotin ku Kalkan li dûrî welatê xwe ji dayik bûye û mezin bûye û bal hate kişandin ser vî tiştî ku Kalkan bi hesreta Kurdistanê berê xwe daye qadên gerîlayan.

Di bibîranînê de li ser navê KOMAW’ê Mehmet Akyol û li ser navê malbata wî axaftin hate kirin.

Piştî axaftinan sînevîzyon hate temaşekirin.