YE wê pêkanînên ragihandin û enerjiyê yên li ser Sûriyeyê rawestîne
Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku amade ye, pêkanînên enerjî, ragihandin û sektora jinûve avakirinê yên li ser Sûriyeyê rawestîne.
Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku amade ye, pêkanînên enerjî, ragihandin û sektora jinûve avakirinê yên li ser Sûriyeyê rawestîne.
Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê 24'ê Sibatê wê li Brukselê bicivin û mijara Sûriyeyê binirxînin.
Di deklarasyona pêşnûmeyê de tê gotin, Konseya Yekîtiya Ewropayê biryar wergirtiye ku "Pêkanînên bandorê li ser enerjî, ragihandin û qadên ji nû ve avakirinê dikin betal bike û karên banka û malî hêsan bike."
Li gel vê yekê, tê gotin Yekîtiya Ewropa wê ji bo ragihandina alîkariya mirovî mûafiyeta mirovî bi rengekî bêdem dirêj bike.
Yekîtiya Ewropayê çend sal in pêkanînan li ser sektora aboriyê û şexsî ya li Sûriyeyê dimeşand.
Lê belê piştî ku rejîma Beşar Esad di 8'ê Kanûnê de hate hilweşandin û bi serkêşiya Heyet Tehrîr El Şam hin kom li ser desthilatdariyê hatin danîn, lîderên Ewropî jî pozîsyona xwe ji nû ve nirxandin.