Welatparêzê Kurd Apê Mahîr rehmet kir
Welatparêzê Kurd Mahîr Petek ê 81 salî ku li bajarê Înnsbrûck a Ewûstûryayê dijî, rehmet kir.
Welatparêzê Kurd Mahîr Petek ê 81 salî ku li bajarê Înnsbrûck a Ewûstûryayê dijî, rehmet kir.
Welatparêzê Kurd Mahîr Petek ê demek dirêj li bajarê Înnsbrûck ê girêdayî eyaleta Tîrol a Ewûstûryayê dijî, di nava Kurdan de weke Apê Mahîr dihate nasînî li nexwexaneya lê dihate dermankirin rehmet kir.
Meclîsa Gel a Tîrol bi peyamekê sersaxî ji malbata Petek û gelê Kurd re xwest.
Meclîsa Gel a Tîrol got: “Apê Mahîr weke welatparêzeke sirgûn bêrê xwe da Ewropayê, xwedî seknekî ya rûmetê ya welatparêzî ku ji bo her kesê bibe mînak bû. Apê Mahîr tevî emrê xwe û nexweşiya xwe tim li pêşiya çalakiyan bû, ti demê ji girêdanbûna xwe ya bi têkoşîn û şoreşê re tawîz neda.”
Di peyamê de hate gotin ku wê cenazeyê Petek 3’yê Adarê roja Çarşemê saet 14:30’î wê li goristana Ostfrîehof a Înnsbûrckê bê definkirin. Banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku tevlî merasîmê bibin.