Tecrîd li Wînsen-Lûhe û Saarbrucken hat şermezarkirin
Di çalakiya ku li bajarên Wînsen-Lûhe û Saarbrucken ên Elmanya hat lidarxistin de tecrîd hat protestokirin hate gotin ku divê demildest hevdîtina bi parêzer û malbarê re pêk were.
Di çalakiya ku li bajarên Wînsen-Lûhe û Saarbrucken ên Elmanya hat lidarxistin de tecrîd hat protestokirin hate gotin ku divê demildest hevdîtina bi parêzer û malbarê re pêk were.
Çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.
WÎNSEN-LÛHE
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Wînsen-Lûhe yê Elmanyayê hate protestokirin.
Kurdistaniyên li bajarê Wînsen-Luhe ya nêzîkê Hambûrgê dijîn têkildarê rewşa tenduristiya Ocalan meşek li dar xistin.
Meşa ku ji aliyê pêkhateyên Tevgera Ciwanen Şoreşger (TCŞ) Hambûrg ve hate organîzekirin di mîtînga ku li Wînsen-Lûhe Bahnofun pêk hat de bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê TCŞ’ê û eniya antî-faşîst a li hawîrdora Lunebûrg û Wînsen-Lûhe axaftin hatin kirin.
Ciwanên ku tevlî meşê bibûn ji ber ku polîs destûr neda dirûşma "Biji Serok Apo" bê qêrîn, ciwanan bi qîrîna "Bijî Reber Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî PKK", "Bijî hevgirtina şoreşgerî" " li dijî zîhniyeta qedexekar a polîsan bertek nîşan dan.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, gelê Kurd îro ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Gel li ber Europagaleri civiya. Di axaftinên li wir hatinî kirin de hate gotin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd nayê qebûl kirin.
Kurdistaniya ji rayedarên Tirk re gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan xeta sor e. Hate diyarkirin ku heya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbat û parêzerên wî hevdîtinê pêk neyînin wê çalakiyên wanbidomin.
Bang li gelê Kurd û dostên wê hat kirin ku beşdarî çalakiyan bibin.
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.