Tecrîd li Marsîlya, Parîs û Viyanayê hate protestokirin

Li bajarê Marsîlya ya Fransa, paytext Parîs û bajarê Viyana Evûstûryayê ciwanan bi çalakiyên kirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Stasyona Trenê ya Marsîlyayê hatin ba hev bi dirûşma ‘Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serî hildin’ çalakiyek kir.

Ciwanan di saetên herî qelebalix de pankartên bi zimanê Kurdî û Fransî vekirin û dirûşim qîrkirin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û TCŞ’ê hatin hildan û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa azadiya fîzîkî. Ciwanan gotin heta Ocalan azad nebe wê têkoşîna wan bidome.

PARÎS

Li bonliya Vîllîer le Bel a paytexta Fransa Parîsê jî tecrîd bi çalakiyekê hate protestokirin. Ciwanên TŞC’ê û TEKO-JIN li gara Vîllîer le Bel kom bûn, bi dirûşmên Fransî û Kurdî yên mîna ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Bi hev re Serhildan’ qîr kirin meşiyan.

Ciwanan li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîes le Bel daxuyaniyek da.

VIYANA

Li paytexta Evûstûrya Viyanayê jî aktivîstên TEKO-JIN û TCŞ2ê bi mîtînekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Çalakî di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re Serhildan’ saet 18:00’an li Stephansplatzê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Di çalakiyê de belavoka têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di mîtîngê de hate xwendin. Mîtînga ku saetekê dom kir bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Tecrîd li Marsîlya, Parîs û Viyanayê hate protestokirin

Li bajarê Marsîlya ya Fransa, paytext Parîs û bajarê Viyana Evûstûryayê ciwanan bi çalakiyên kirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.