TCŞ’ê li Berlînê ji bo azadiya Rêber Apo stand danî

Endamên TCŞ’ê yên li Berlînê ji bo azadiya Rêber Apo stand danîn.

Li herêma Kottbusser Tor a paytexta Elmanya Berlînê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” stand vekirin. Di standê de pirtûkên Rêber Apo û kovarên Stêrka Ciwan cih girtin.

Ciwanan bi dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî” bang li kesên derdor kirin û ji bo dawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo peyam dan. Her wiha danezanên derbarê pergala tecrîda Îmraliyê de li kesên derdor hatin belavkirin.

Endamên TCŞ’ê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo stand vekirin, wiha gotin: “Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest nîşaneya hêviyê ye. Em ji bo belavkirina vê ronahiya hêviyê ji zêdetir kesan re li vir in. Azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan gaveke girîng e.”

Kesên derdor eleqeyekî mezin nîşanî standê dan. Di çalakiya standê de ji bo tevlîbûna meşa ku wê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin jî bang hat kirin û çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” ,“Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.