Swîsreyiyan ji bo lixwekirina bûrka li qada cemaweriyê gotin 'Na'

Li Swîsreyê di referandûmê de ya li ser qedexekirina rûpêçana li qada cemaweriyê ji sedî 51.1 dengê "erê" hate dayin.

Di metna referandûmê de gotina 'bûrka' nehatibe bikaranîn jî, partiya neteweperest Yekîtiya Demokratîk a ku pêşengî ji referandûmê re kir, bûrka kiribû hedefa xwe.

Di encama referandûmê de ku roja Yekşemê hate kirin, ji bo qedexekirina rûpêçana li qada cemaweriyê, ji sedî 51.2 ê beşdaran dengê "erê" dan.

Ji 26 kantonan 18 ji wan piştgirî dan vê hewldanê. Rêjeya tevlîbûna li dengdanê jî ji sedî 50.8 bû. Bi gotineke din milyonek û 426 hezar û 992 kesî dengê xwe ji bo qedexeyê dan, milyonek û 259 hezar û 621 kes jî li ber qedexeyê rabûn.

Rojnameya Le Trîbûne de Geneve wiha nivîsî, "Êdî li kolanên Swîsreyê nayê xwestin ku bûrka bê dîtin." Rojnameya Le Temps jî ragihand ku el li ber bûrka radibe.