Swêdî, banga protestokirina ‘Zagonên Erdogan’ dikin

Tifaqa Li Dijî NATO’yê, li dijî zagona nû ya bi navê ‘’Hikumê cezayê taybet ê ji bo gihîştina rêxistineke terorî’’ ku ji bo maf û azadiyê gef in, banga tevlibûyîna meşa protestoyî kir. Meş, wê sibehê li Stockholmê bê lidarxistin.

Tora Li dijî Tifaqa NATO’yê bi danezanekê ku ragihand, ji bo protestokirina ‘’Pêşnûmaya yasayî ya bi navê ‘’Hikumê ceza yê taybet ê ji ber gihîştina rêxistineke terorî’’ banga tevlêbûyîna çalakiyê kir. Çalakî, wê 4’ê Hezîranê, roja Yekşemiyê saet di 13.00’an de li Norra Bantorget a Stockholmê li dar bikeve.

Pêşnûmaya yasayî ya bi navê ‘’Hikumê cezayî yê taybet ê ji bo gihîştina rêxistineke terorî’’ ku 1’ê Hezîranê bi meriyet bû. Armanca bi yasayê, cezakirina her kesî ye ku wê mirov teşwîqê xebatên rêxistineke terorîstî bikin, xurt bikin ya jî bibin piştgir. Mafê avakirina komeleyê wê zehmet bibe. Anku ev yasa gefek e li ber maf û azadiyê.

Yasa, ne ji ber pêdiviyê, ji ber zexta dîktatorê Tirkiyeyê Erdogan hat derxistin. Erdogan ji hemû mixelefan re dibêje ku terorîst in.

Li dijî vê yasayê, tora tifaqa li dijî NATO’yê, bi ragihandina danezana çapemeniyê, banga tevlêbûyîna çalakiya protestoyî kir ku wê 4’ê Hezîranê, roja Yekşemiyê saet di 13.00’an de li Norra Bantorget a Stockholmê bê lidarxistin.

Di danezanê de wiha hat gotin: ‘’Em vê çalakiya protesoyî, ji bo mafê azadî û derbirînê, ji bo piştevaniya bi hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re û li dijî endamtiya NATO ya Swêdê dikin.

Em ji vê yasayê re dibêjin ‘Yasaya Erdogan’ ji ber ku ji bo aşkirina wî hatiye derxistin û dişibe yasayên ku Tirkiyeyê ku ji bo mixelefan bixe girtîgehan bi kar tîne.

Berdevkê Torê Thomas Petterson, got: ‘’Konseya Çêkirina Yasayan, pêşnûma dibe ku rêxistinên siyasî ku pişta komên li Swêdê ji bo demokrasiyê têdikoşin, digirin, wek sûc bên dîtin, erê kir.

Ji yasayê ve ne xuya ye ku wê çi tişt ‘’terorîzm’’ çi ‘’piştgiriya bi terorîzmê re’’ bê qebûlkirin.

Ji wê boneyê em ê 4’ê Hezîranê, roja Yekşemiyê, saet di 13.00’an de li Norra Bantorgettê li hev dicivin û van dirûşmeyan berz bikin:

- NA JI NATOYÊ RE!

- NA JI YASAYA TERORÊ RE!

- EM AZADIYA DERBIRÎN Û BIRÊXISTINBÛYÎNÊ BIPARÊZIN!

- PIŞTEVANÎ, NE TEROR E!