Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

Hejmara nû ya meha Gulan û Hezîrana 2025’an yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin.

Her du kovaran banga ‘Civaka Demokratîk’ û rêxistinbûnê weke mijara sereke girt rojeva xwe û perspektîfên berfireh ji bo jin û ciwanan pêşkêş kir.

Kovara Ciwanên Welatparêz ku bi zimanê Tirkî û Kurdî tê weşandin, vê hejmara xwe bi dirûşmeya “Em bi civaka demokratîk re xwe bi rêxistin bikin û hewirdora xwe bi rêxistin bikin’ derket. Kovarê cih dide nirxandinên Rêber Apo ya bi sernavê ‘Divê enternasyonaleke sosyalîst çawa be?’.

Di kovarê de di beşên bi sernavên ‘Şervanên heqîqetê’, ‘Paradîgma’, ‘Lêkolîn- hûrnêrîn’ û ‘Çand û Huner’ de nivîsên li ser rastiya şehîdbûn, xweparastin, pirsgirêkên ekolojiyê û dîroka hunerê de cih digirin.

Di kovara Jinên ciwan ên Welatparêz de jî ya ku bi sernavê ‘Hûnê li her derê birêxistin bibin û her deverê bi rêxistin bikin’ derket. Di hejmara xwe ya nû de mijara ‘Civaka Demokratîk’ bi kûrahî digire dest. Di vê hejmarê de ligel ‘Talîmatên Rêbertî’ perspektîfên jinên ciwan û zanîngehê, analîzên li ser pêşengên têkoşînê yên di meha Gulan û Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane, cih digirin.

Her wiha di kovarê de tevî beşên bi sernavên Jineolojî, Modernîteya Kapîtalîst û Çand û Hunerê jî, potreyek ji bo Şehîd Gulan Garzan hatiye amadekirin.

Hûn dikarin bi rêya van lînkan xwe bigihînin her du kovaran:

Ciwanên Welatparêz:

https://t.me/yurtsevergenclik

 https://t.me/KmlnCwn

Jinên Ciwan ên Welatparêz:

https://t.me/jinenciwanturk

https://t.me/yurtsevergenckadin