Daxuyaniya Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê bi vî rengî ye:
"Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn.
Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bû. Kongreyê di serî de Rêber Apo bi hesret û hurmet silav kir, perspektîf û pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo kongreyê xwend û nirxand. Her wiha rapora kurt a Komîteya Navendî ya PKK'ê jî li kongreyê hate xwendin û nîqaşkirin.
Di vê çarçoveyê de Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser bingeha banga Rêber Apo, têkildarî karên PKK'ê biryarên girîng ên dîrokî wergirt.
Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku di meha şehîdan Meha Gulanê de pêk hat, şehîdên leheng ên têkoşîna dîrokî ya 52 salan bi hurmet, hezkirin û minnet bi bîr anî. Bang li gelê me yê welatparêz û hêzên sosyalîst demokratîk hemûyan kir ku bi rengekî rast xwedî li şehîdên me û hemû nirxên demokratîk û neteweyî yên têkoşîna mezin a 52 salan derkevin, bijîn û bidin jiyîn.
Kongreya 12'emîn a PKK'ê şehîd Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minnet bi bîr anî ku di amadekariyê de yek ji wan kesayetan bû ku kedeke mezin da. Ji bo serxistina armanca civaka demokratîk û aştiyê ya vî mirovê hêja ku 12 salan hevrêtî ji Rêber Apo re kir, bang li her kesî kir ku bi hevkarî bixebitin.
Encamên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên hatin wergirtin, piştî ku encamên li du qadên cuda kir yek, wê di demeke gelekî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.
Li ser van bingehan, di şexsê şehîdê me yê mezin ê yekemîn hevrê Hakî Karer de em şehîdên leheng hemûyan careke din bi hurmet û minnet bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her qadê şehîdên me yên leheng bi bîr bînin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bilind bikin.
Şehîd Namirin!
Bijî Rêber Apo!"