Swêdê daxwaza radestkirina Zarakolû red kir
Dadgeha Bilind a Swêdê (Hogsta Domstolen) daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo radestkirina rojnamevan-nivîskar Ragip Zarakolû red kir.
Dadgeha Bilind a Swêdê (Hogsta Domstolen) daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo radestkirina rojnamevan-nivîskar Ragip Zarakolû red kir.
Hikumeta Tirk di Cotmeha 2018'an de di çarçoveya Peymana Radestkirina Sûcdaran de ji Swêdê xwest ku Ragip Zarakolû yê ku bi "piştgiriya ji bo terorê" tê sûcdarkirin bê girtin û radestî Tirkiyeyê bê kirin.
Tirkiyeyê îdîa kir ku Zarakolû akademiyeke siyasî ava kir û di akademiyê de bi dersên xwe piştgiriya PKK'ê kiriye.
Serdozgeriyê destnîşan kir ku daxwaza Tirkiyeyê li dijî xalên 4, 7 û 9 ên Peymana Radestkirinê û li dijî xalên 3 û 6 ên Peymana Ewropayê ne. Bi vî rengî xwest ku daxwaza Tirkiyeyê neyê qebûlkirin.
Zarakolû jî di parastina xe de sûcdariyên Tirkiye dike qebûl nekir û anî ziman ku ji ber ku ew mafên mirovan diparêze Tirkiye dixwaze ew bê radestkirin. Zarakolû destnîşan kir ku di rojnameyeke rojane de ya li Tirkiyeyê wî kiryarên li dijî Kurdan, nivîskar û rojnamevanan rexne kiriye.
Dadgeha Bilind jî ragihand ku ji bo karê radestkirinê bê kirin divê were ispatkirin ku xala 4'emîn a qanûnên Swêdê hatiye binpêkirin, lê belê di serlêdana Tirkiyeyê de ev yek nehatiye ispatkirin.
Bi vî rengî daxwaza Tirkiyeyê nehate qebûlkirin.