Kurdistanî û dostên wan bi wesîleya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo pêk hat, wê li çar aliyên cîhanê dakevin qadan. Di çarçoveya pêngava 'Ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ya ku di 10'ê Cotmeha 2023’yan de bi pêşengiya dostên Kurdan ve hat destpêkirin, îsal jî wê li dijî komployê çalakî bên lidarxistin.
Navenda çalakiyên li Ewropayê wê Strasbourg be. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) jî ji bo çalakiya 15'ê Sibatê ku roja Şemiyê bi pêşengiya dostên Kurdan bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. Kurdistanî û dostên wan ên li çar aliyên Ewropayê wê beşdarî mîtîng û meşa navendî ya li Strasbourgê bê lidarxistin bibin.
AMADEKARÎ BI DAWÎ BÛ
Ji bo çalakiyê li navendên cuda yên Ewropayê bi sedan otobus hatin kirêkirin û amadekariyên teknîkî hatin kirin. Ji danê êvarê pê ve wê çalakvanên li welatên dûr bi otobusan ber bi Strasbourgê ve bi rê bikevin. Dîsa tê payîn ku gelek kes wê bi wesayîtên xwe bên bajêr û beşdarî çalakiyê bibin.
Gelek kes wê ji bakurê Fransa, Hollanda, Belçîka, Elmanya û Swîsreyê beşdarî çalakiyê bibin.
Ciwanên Kurd û enterneasyonalîst ên ku 4 roj in tevî zext, êrîş û astengiyên polîsên Elman dimeşin jî wê tevlî çalakiyê bibin. Meşvanên 26 roj in bi wesîleya 26’emîn salvegera komployê ji 26 bajarên cuda yên Fransayê dimeşin, gihîştin bajêr. Sibe jî wê meşvanên her du çalakiyan cihê xwe di mîtîng û meşê de bigirin.
WÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO BIKIN
Girseya gel wê sibê saet di 10:00 de li xaçerêya Boulevard De Metz û Boulevard Lyonê ya Strasbourgê kom bibin, wê saet di 12:00 de dest bi meşê bikin. Piştî meşa 2,5 kîlometreyan wê saet di 13:30 de li Parc D'etoile mîtîng bê lidarxistin.
Rayedarên KCDK-E’yê li bendê ne ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyê bibin. Di çalakiyê de wê daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin. Her wiha ji bo peyamekê bidin hêzên navneteweyî yên ku destê wan di komployê de hene û saziyên Ewropayê li Strasbourgê ne, weke navnîşana çalakiyê hat hilbijartin.
RAYEDARÊN FRANSÎ RAGIHANDIN KU WÊ CIH TÊRÊ NEKE
Peyama Rêber Apo ya ku tê payîn wê di rojên pêş de bide, hem di amadekariyên çalakiyê de hem jî di raya giştî de coşeke mezin derxistiye holê. Piştî pêvajoyê û nîqaşên diyalogê, rayedarên Fransî diyar kirin ku ji ber beşdariyeke zêde wê çêbibe, wê cih têrê neke. Ji ber vê yekê navnîşana çalakiyê hate guhertin û qada Parc D'etoile hat destnîşankirin.
Tê payîn ku roja çalakiyê li Strasboûrgê wê hewa xweş be û baran nebare.
BERNAMEYA MÎTÎNGÊ
Bernameya mîtînga sibe wiha ye:
13:00 vekirin
Hevserokên KCDK-E’yê wê biaxivin
Peyama Tevgera Jinên Kurd
Silavkirina çalakgerên Meşa Dirêj
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad wê biaxive
Peyama Werîşe Muradî ya ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn wê were xwendin
Parlamentera Partiya Keskan a Fransayê Sandra Regol
Nûnerê YNK'ê yê Ewropayê Şex Şemal
Endamê Şandeya Îmraliyê yê berê Îdrîs Balûken
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê axaftin bên kirin
Hunermendên TEV-ÇAND'ê wê derkevin ser dikê
Parlamenterê Konseya Ewropayê yê France Insoumiseyê Emmanuel Fernandes
Ji Yekîtiya Asûriyên Ewropayê Shleymun Rhawî
Parlamenterê Konseya Ewropayê yê Sinn Feinê Paul Gavan.