SETA'yê Kurd û mûxalîfên li derveyî welat kir hedef!

Rêxistina sîxuriyê ya dewleta Tirk SETA’yê Kurd û mûxalîfên li derveyî welat kir hedef. Dogan Ozguden jî yek ji rojnamevanên bûye hedef.

Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasetê, bi navê xwe yê kurt SETA ya AKP’ê piştî ku rojnamevanên mûxalîf ên Tirkiyeyî yên di dezgehên çapememiyê ya navneteweyî de kar dikin, kiribû hedef vê carê Kurdên li sirgunê dijîn kir hedef. SETA’yê raporek din a bi navê “Li Ewropa sazkirina PKK’ê” weşand.

WÊNE Û NAVNÎŞAN HATIN WEŞANDIN

Di raporê de nav, wêne û navnîşanên rêveberên saziyên Ewropî û Tirkiyeyî yên piştevaniya rêxistinên Kurd û rêveberiyên wê dikin hate weşandin û hatin hedef kirin.

ROJNAMEVAN OZGUDEN JÎ BÛ HEDEF

SETA’yê rojnamevan Dogan Ozguden ê 83’ê salî jî di rapora nû de kir hedef.

Di rapora 666 rûpel de îşaret bi karên pîşeyî yê Ozguden hate kirin û bi “terorîzmê” hate binavkirin.