Di rojnameyê de rêze nivîsa bi sernavê 'Şervaniya azadiyê ya gelekî di nava xeleka komployê de ye' ku ji parêznameyên Rêber Apo hatiye berhevkirin, bi beşa sêyemîn dewam dike.
ALÎ HAYDAR KAYTAN: NASNAMEYA ROJHILATA NAVÎN Û TEVKARIYA BINGEHÎN A TÊKOŞÎNA PKK'Ê LI GERDÛNÎBÛNÊ
Di beşa destpêkê ya vê nivîsê de nasnameya di vê pêvajoya dîrokî de li Rojhilata Navîn ava bû, tê nirxandin. Kaytan tîne ziman ku li nava civaka Rojhilata Navîn bi sedan ziman, çand, ol, mezheb û cudahiyên etnîkî di nava hev de dijîn, lê belê di tevahiya dîrokê de van di dîrokê de 'Nasnameya Rojhilata Navîn' ava kirin.
DÛRAN KALKAN: JI BO AZADIYÊ SALA JI PÊNGAVÊ Û ŞERÊ GIRAN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi nêzîkatiya 'Bêyî têkoşînê tiştek bi dest nakeve' destketiyên têkoşînê yên sala 2024'an dinirxîne. Destnîşan dike ku sala 2025'an 'Wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd û bi vê ferasetê wê nêzîkatî lê bê kirin'.
PEYAMA KOORDÎNASYONA KJK'Ê
Di nivîsê de tê destnîşankirin ku sala 2024'an bi gotinên bi wate û meşên bi biryar têkoşîneke yekpare hate meşandin, hevrêtî û hevaltiya jinê hîn xurt bû. Koordînasyonê balê dikişîne ser wê yekê ku rêya têkoşînê dirêj û zehmet e û diyar dike ku sala 2024'an bi berxwedana jinê re qonaxeke girîng bû.
SABRÎ OK: ÎDEOLOJÎ Û PARADÎGMAYA ME ÇAVKANIYA HERÎ XURT Û REFERANSA ME YA HERÎ MEZIN E
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar dike ku weke di dîrokê de hate dîtin, hêza madî têra her tiştî nake, ya ku dikare civakê ji aliyê cîhana manewî ve rake ser piyan û bi rêxistin bike, îdeolojî û paradîgmayeke xurt e. Di nivîsê de têkoşîna li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha ketina Şamê û bûyerên li Rojhilata Navîn di çarçoveya îdeolojî-paradîgmayê de tê nirxandin.
MÛRAT KARAYILAN: LI DIJÎ ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN LI KURDISTANÊ ÇARESERIYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan nirxandinên xwe yên têkildarî têkoşîna sala 2024'an parve dike û tîne ziman ku têkoşîn tenê berxwedana gerîla nîne, bi meşandina stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengekî hevpare dixwazin bigihêjin encamê. Diyar dike ku ev stratejî bi rola hîn profesyonel a hêza gerîla û xurtkirina rêxistiniya xweparastinê dikare pêkan be.
KOORDÎNASYONA KOMALÊN CIWAN: QIBELGEHA CIWANÊN KURDISTANÊ DIVÊ ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BE
Di vê nivîsê de tê destnîşankirin ku divê ciwanên Kurdistanê her tim berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Tê diyarkirin ku warê bingehîn ê nasnameya li ser xeta Apoyî û welatparêziyê çiya ye.
XEBAT ANDOK: PARADÎGMAYA KU ÇAPEMENIYA AZAD XWE DISPÊRÊ, BI QASÎ GERDÛNÊ DEWLEMEND E
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok di şexsê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, pîvan û nirxên çapemeniya fedakar û azad bi bîr dixîne.
Di rojnameyê de her wiha şoreşgerên di komkujiyên Parîsê de hatin qetilkirin bi gotinên 'Şehîdên me rêya me ronî dikin' têne bîranîn.