Bakirhan: Ger em bibin yek wê Ocalan jî gel jî azad bibin

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got: ‘’Ger em bibin yek wê Rojava jî statûyê di dest bixe, Elewî jî bi awayekî azad bijîn, deriyên Îmraliyê jî vebin û Birêz Ocalan û gelên Tirkiyeyê werin ba hev. Em neçar in ku dengê xwe xurttir bilind bikin.’’

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Hatayê bi gel re hatin cem hev. Nûnerên rêxistinên civakî jî beşdarî civîna gel bûn. 

Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete di civîna gel de axivî û diyar kir ku sedema pirsgirêkan zîhniyeta yekperest e û got ku li Sûriyeyê Kerbelaya duyem li rû dide.

Endamê Desteya Rêveberina Navendî yê Partiya Kedê (EMEP) Halîl Îmrek jî êrîşên DAÎŞ’ê yên 10 salan beriya niha bi bîr xistin û anî ziman ku li hemberî van êrîşan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke komunal û demokratîk hatiye avakirin û got: ‘’Erdoganî di wê pêvajoyê de digot ku ‘’Kobanê dike ku bikeve.’ Hewl da ku tolhilanîna neketina Kobanê bi rêya rehîngirtina siyasetmedaran û xespkirina şaredariyan bistîne.’’

Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Denîz Aktaşê jî da zanîn ku bi destê emperyalîst û mêtingehên herêmê gelên Rojhilata Navîn li rastî zulmê tên û got: ‘’Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê nîşanî me dide. Elewî, Keldanî û Xiristiyan li hemberî van polîtîkayan neçar in ku xweparastina xwe birêxistin bikin.’’

Hwerweha Endama Federasyoma Meclîsên Sosyalîst Oya Nûrê jî da xuyakirin ku pevçûnên li Sûriyeyê rû didin, nîşaneyên şerên hegemonîk in.

 ‘HÛN NEÇAR IN KU STATÛYA KURDAN NAS BIKIN’

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi bîranîna Alî Îsmaîl Kormaz, Abdûllah Comert û Ahmet Atakan ên ku di Berxwedana Gezîyê de hatin qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir û ev yek anîn ziman: ‘’Di şexsê Can Atalay de ku îradeya gelê Hatayê ye, ez silavên xwe ji hemû girtiyan re dişînim. Li Hatayê erdhejeke mezin çêbû lê belê hê jî nehatiye avakirin. Welatî hê jî di konteyniran de dimînin. Em bang li desthilatdariyê dikin ku bila alikariya gelê vir bike.’’

Bakirhan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got: ‘’Li Rojhilata Navîn bi destê netewedewletan  zîhniyeta yekperestiyê tê ferzkirin. Em ê li hemberî van yekan li ber xwe bidin. 100 salî beriya niha jî Kurdên li Rojava bê nasname bûn. Lê belê ger hûn a niha jî bênasnamebûnê  ferz bikin, em wê yekê qebûl nakin. Li Sûriyeyê rejîm guherî lê belê divê a niha pergaleke demokratîk were avakirin. Kurdan, li Rojava li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê li ber xwe dan û niha bi awayekî azad dijîn. Rejîma ku were neçar e statûya Rojava û gelê Kurd nas bike. Neçar e ku gelan nas bike. Ger wisa neke wê şerê 100 salî berdewam bike.’’ 

 ‘EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNEKE XURT ENCAMÊN BAŞ BI DEST BIXIN’

Bakirhan di axaftina xwe de anî ziman ku hewceyî bi şer û pevçûnan nîne û diyar kir ku ew ê li hemberî polîtikayên şer têbikoşin û bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re û axaftina xwe bi van gotinan domand: ‘’Heyeta me bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştre bi partiyên siyasî û saziyan re hevdîtinên xwe pêk anî. Peyamên Birêz Ocalan ragihandin. Em dikarin aşitiyê pêk bînin. Sedema xizaniya li welêt dahata ku ji şeran re tê xerckirin e. Bi têkoşîneke xurt em dikarin berê desthilatdariyê bidin aştiyê.  Ger em di vê pêvajoyê de bêdeng bin wê dewlet polîtîkayên xwe li ser me ferz bike. Ji ber wê erk û berpirsiyarî dikevin ser milên me û di vê pêvajoyê de em ê raya giştî agahdar bikin.’’

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ ÊRÎŞA LI SER ELEWIYAN

Bakirhan li hemberî êrîşên li ser Elewiyan ên li Sûriyeyê bang li desthilatdariyê kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî dawî kir: ‘’Madem têkiliya we bi rêveberiya Sûriyeyê ya nû re heye, wê demê qetilkirina Elewiyan bidin sekinandin û piştgiriyê bidin ku bila Kurd bibin welatiyên wekhev. Em weke Kurd û Elewiyan dixwazin bi awayekî azad bijîn. Sûriye, weke Antakyayê welatekî pirnanameyî ye. Ger hûn gelekî tune bihesibînin, hûn ê wê bedewiyê tune bikin. ’Ger em bibin yek wê Rojava jî statûyê di dest bixe, Elewî jî bi awayekî azad bijîn, deriyên Îmraliyê jî vebin û Birêz Ocalan û gelên Tirkiyeyê werin ba hev.’’