Cenazeyên şervanên QSD'ê Elî û Zagros hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên Berxwedanê şervanên QSD′ê Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. Di merasîmê de hevalên têkoşer ên şehîdan gotin, “Wê serketin a me be."
Cenazeyên şehîdên Berxwedanê şervanên QSD′ê Elî Qamişlo û Zagros Qamişlo li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. Di merasîmê de hevalên têkoşer ên şehîdan gotin, “Wê serketin a me be."
Ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Elî Qamişlo (Mihemed Ebdulah) ku 2’yê Çileyê li Şedadê şehîd bûbû û şervanê QSD’ê Zagros Qamişlo (Ehmed El Mihemed) ku 7’ê Kanûna 2024’an li ser rêya Helebê şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên Qamişloyê, heval û malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser û yên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Fatima El Casim axivî û destnîşan kir ku ev zêdetirî 20 rojan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji bo ku parçeyên din ji xaka Sûriyeyê dagir bike, bi gelek cureyên çekan êrişî Bendava Tişrînê, pira Qereqozaqê û Kobanê dike. Şervanên QSD`ê bi berxwedaneke xurt li hember êrîşan derdikevin û herêmê ji dagirkeriyê diparêzin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî diyar kir ku ji bo wan rêka şehîdan rêyeke pîroz e, ew ê di xeta şehîdên xwe de berxwedana xwe bidomînin.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Di merasîmê de hevrêyên şehîdan soza xwe ya berdewamkirina xeta şehîdan nû kir. Hevrêyê şehîd Elî Qamişlo û şervanê QSD’ê Rizgar Faris axivî û da zanîn ku ew ê her tola hevrê û şehîdên xwe hilînin û got: “Wê serketin a me be."
Dapîra şehîd Elî Qamişlo Xalîse Şilo destnîşan kir ku “qelenê welatan xwîn e, heta rizgarkirina xakê ew ê cangoriyan bispêrin axê”.
Piştî axaftinan cenazeyên şehîdan hatin veşartin.