Saziyên Îtalî: Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin
Şaredarê Îtalî û saziyên li welat xwestin ku demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin çê bibe.
Şaredarê Îtalî û saziyên li welat xwestin ku demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin çê bibe.
Serokê şaredariya VIII. Garbatella ya Romayê û Berdevkê Tevgera Azadî ya ji bo Roma Amadeo Cîaccherî daxuyaniyek çapemeniyê da û xwest ku bi hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.
Di daxuyaniyê de hate ser ziman ku ji rewşa jiyanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar e û got: “Divê em çîroka siyasî û mirovî ya serokê Kurd raxînin ber çavan.”
Di daxuyaniyê de her wiha li ser divêtiya pêkanîna demildest ya hevdîtina li Îmraliyê tekez hat kirin û wiha dom dike: “Em tevlî banga ku ji aliyê Buroya Uiki - Îtalya Kurdistan Enformasyon dibin.”
JI SAZIYÊN NAVNETEWÎ RE NAME
Dîsa ji bo Navenda Xebitîn û Lêkolîna Demokrasî (CRED), Koma Destwerdana Destûrî ya Navnetewî (GÎGÎ), Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropa, Wekîlên Îtalî yên Konseya Ewropa, CPT, Neteweyên Yekbûyî û Wezîrê Derwe yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell Fontellesıs re name şand û ev bang li wan kir, “Divê zext li Tirkiyê bê kirin, divê deriyên Îmraliyê werin vekirin.”