Saziya ziman: Jiyan û ekolojiyê biparêze, şer rawestîne

Saziya Ziman li bajarê Essenê yê Elmanyayê bi navê ‘Jiyan û ekolojiyê biparêze û şer rawestîne’ çalakiyek li dar xist.

Saziya Ziman li bajarê Essenê yê Elmanyayê  bi tevlêbûna 30 zarok û 60 kesan bi navê ‘Jiyan û ekolojiyê biparêze û şer rawestîne’ çalakiyek li dar xist. Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan a Essenê jî piştgirî dan çalakiyê.

Di meşê de daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku “Di şeran de xwezaya me û zarokên me tên kuştin. Ji bo ku welatên Ewropayê çekan nefiroşin Tirkiyeyê, divê malbatên Ewropayê jî dengê xwe bilind bikin.”

Ji zanîngeha Cambrîdge Connor Hayes jî piştgirî da meşê û got, “Pergal li dijî civak û xwezayê şer dike. Lewma, divê hevjiyana azad a li Rojava ji bo me bibe mînak.”

Hayes bi Kurdî berdewam kir û got; “Ji bo ku bikaribim bi zarokên Kurd û civaka Kurd re têkilî daynim, ez li Enstîtuya Kurdî, fêrî Kurdî dibim.”

Pêlîstokên xwezayî yên ji bo zarokan hatibûn amade kirin li wan hatin belav kirin.Malbat û zarokan, li gel stranên zarokan û dengê erbaneyê  dîlan girtin, bi Kurdî strandin.