Salvegera PKK’ê li Ewropa tê pîrozkirin
Lı gelek welatên Ewropayê salvegera 42’an a PKK’ê bi çalakiyên cihê hatin pîrozkirin.
Lı gelek welatên Ewropayê salvegera 42’an a PKK’ê bi çalakiyên cihê hatin pîrozkirin.
NURTÎNGEN
Li bajarê Nurtîngen a li eyaleta Baden-Wurttenberg a Elmanyayê cih digire ciwanên Kurd ‘Cejna Vejînê’ bi meşekê pîroz kirin. Ciwanên li navenda bajarê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Li aliyê din jî ciwanan peymana Bexda-Hewlêr a li ser Şengalê jî şermezar kir.
DÛÎSBÛRG
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê civînek hate kirin. Di civînê de salvegera PKK’ê hate pîrozkirin. Di axaftinên hatin kirin de ev hate gotin: ‘Ya ku îro em anî ba hev hêza PKK’ê ye. Gelê Kurd wê tim xwedî li PKK’ê û Rêber Apo derkeve.”
KÎEL
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê li ser banga Komeleya Çanda Kurd û Meclîsa Jinan a Jiyana Jin li navenda bajar çalakiyek hate kirin û salvegera PKK’ê hate silavkirin.
BÎELEFEL
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bîelefeldê salvegera PKK’ê hate pîrozkirin. Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK’ê tîne ziman hatin hildan.
FRANKFÛRT
Li Frankfûrtê jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi pêxistina agir û govendê salvegera PKK’ê hate pîrozkirin.
HEÎLBRONN
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin li bajarê Heîlbronn a Elmanyayê pankartek hate hildan.
HELSÎNKÎ
Li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî bi tevlîbûna bi dehan kesî bi meşekê salvegera 42’an a PKK’ê hate pîrozkirin. Di meşê de li gel posterên Rêberê Elê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK’ê jî hatin hildan.
DEN HAAG
Li Den Haag a Hollandayê ji bo salvegera PKK’ê li pêşiya Dîwana Edaletê ya Ewropayê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK’ê kirin. MLKP’ê û TKP-ML’ê jî destek da çalakiyê.
KARLSTAT
Lı bajarê Karlstad a Swêdê jî bi tûrek a konvoyan salvegera PKK’ê hate pîrozkirin.
MARSÎLYA
Salvegera PKK’ê li bajarê Marsîlya ya Fransayê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de hewldana êrîşa li ser Şengalê jî hate şermezarkirin. Meşa ku ji Qada Badoû destpê kir heta parka Bûelê dom kir.
Heman demê li Marîgnaneyê jî pîrozbahiyek hebû.