Salvegera damezrandina PKK’ê li Darmstadt û Dortmûndê hat pîrozkirin

Li bajarên Darmstadt û Dortmûnd ên Elmanyayê salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

DORTMÛND

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmûndê ve bi boneya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîrozbahî hat lidarxistin.

Kurdistaniyên ku li DKTM’ê li hev civiyan, salona pîrozbahiyê bi pankarta salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê tevgerê axaftin hat kirin.

Di pîrozbahiyê de Koroya Zarokan, Peyvan Arjîn, Jiyan, Hakî Botan, Zahîr Loran û Sercan Kobanê derketin ser dikê.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", “Bijî berxwedana gerîla”, "Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” heta saetên dereng dewam kir.

DARMSTADT

Ji aliyê Meclîsa Demokratîk a Darmstadt, DTK û TJK-E’ê ve pîrozbahî hat lidarxistin.

 Pîrozbahî ji bo bîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser dîroka têkoşîn û salên damezranina PKK’ê hat nîşandan.

Di axaftinên pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku hemû destkeftiyên gelê Kurd ên îro encama îradeya xurt a dema damezrandinê ye.

Di pîrozbahiyê de hunermend Berfe, Ayde, Erkan, Koma Azad û Koma Bêzar derketin ser dikê. Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.