BI DÎMEN

Li Lahrê 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin

Li bajarê Lahrê 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji tarîtiya DAIŞ'ê hat azadkirin bi coş hat pîrozkirin.

Li bajarê Lahr ê Elmanyayê bi wesîleya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ku ji çeteyên DAÎŞ’ê û alîgirên wê hat azadkirin şahiyek hat lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Nûda Karker û Meclîsên Gel ên Freîiburg û Lahrê ve hat lidarxistin, bûn.

Salona ku çalakî lê hat lidarxistin bi posterên mezin ên Rêber Apo û şehîd Arîn Mîrkan ku yek ji sembolên Kobanê ye û alên YPG, YPJ û TJK-E hat xemilandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir. Piştre peyama dîtbarî ya yek ji Fermandarên Navendî yên YPJ'ê Sozdar Dêrik hat pêşandan. Dêrik bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û got, “Ew hêza me heye ku em dijmin têk bibin. Em ê canê xwe bikin mertal û nehêlin dagirker Rojava û Kurdistanê dagir bikin Ji ber ku em xwedî felsefe û vîna Rêber Apo ne.” 

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Wehbiye Bafê axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hunermend Semyan Adar, Axîn û Bîrhat Kurdî bi stranên xwe girse coşandin û li ber stranan govend gerandin.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.