KCK: Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî em têkoşînê mezin bikin

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku zimanê netewe dewletê li ser gelê Kurd tê ferzkirin û got, "Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, em têkoşînê bilind bikin."

15'Ê GULANÊ CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Komîteya Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Bi taybet di sedsala dawiyê de gelê Kurd hem ji aliyê fîzîkî, hem jî ji aliyê ziman û çandî ve bi qirkirinên pir mezin re rû bi rû hat hiştin. Netew-dewletên ku li ser bingeha nijadperestî û yekperestiyê hatin avakirin hebûna gelê Kurd ji bo hebûna xwe xeter didîtin û ji bo vê “xeteriyê” ji holê rakin siyaseta qirkirin, helandin û bişaftinê li dij gelê Kurd û zimanê Kurdî bi rê ve birin. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd di nav çerxa qirkirinê de hat hiştin. Netew-dewletên ku Kurdistan di bin mêtingeriyê de digirtin, dixwestin qedîmtirîn gelê Mezopotamya û kevintirîn zimanê cîhanê di bin navê 'yek al, yek ziman, yek milet, yek dewlet'ê de ji holê rake.

GELÊ KURD BI PÊŞENGIYA RÊBER APO RABÛ SER PIYAN

Li hember siyaseta qirkirin û tunekirinê li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ji bo hebûna xwe biparêze têkoşînên bêhempa dan meşandin û berdelên pir giran dan. 

Bi taybet li bakurê Kurdistanê gelê ku înkar, îmha û tunebûn li ser dihat ferzkirin, bi hêza ku ji çanda xwe ya qedîm digire bi pêşengiya Rêber Apo careke din rabû ser piyan û kefenê mirinê ji ser xwe avêt. Di pêşengtiya PKK’ê de bi keda hezaran şehîdên azadiya Kurdistanê hebûna gelê Kurd hat parastin û hat mîsogerkirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê di parastina hebûn, çand, nasname û zimanê Kurdî de erk û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi şêweyekî serkeftî pêk anî. Têkoşîna hebûn û azadiyê derbasî qonaxeke nû kir!

Bi dehan sal ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku çand û zimanê Kurdî jî ji holê were rakirin. Di encama têkoşîna azadiya Kurdistanê de ev hewldan têk çûn.

TINEBÛN LI SER ZIMANÊ KURDÎ HATE FERZKIRIN

Tunekirin û jiholêrakirina zimanan sûcekî mezin ê li dij mirovahiyê ye. Hîna zimanê Kurdî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên cuda tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û bişaftina li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Li ser gelê Kurd ferzkirina zimanê netew-dewletê li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn berdewam dike. Bi siyaseta yekperestiyê dixwazin Kurd werin bişaftin, zimanê Kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe.

ZIMANÊ ME NIRXÊ ME YÊ HERÎ PÎROZ E

Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevnar û dewlemend ên cîhanê ye, bi sedan sal li hember zext û astengiyan li berxwe daye. Zimanê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Celadet Elî Bedirxan, gelek dengbêj, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên din ên mezin e ku bi berhemên xwe yên hêja mîrateyeke devkî, nivîskî, wêjeyî ya bêhempa ji gelê Kurd re hiştine. 

Zimanê Kurdî ne tenê zimanek e, ruhê gelê Kurd e. Zimanê me nîşaneya hebûna me ye û nirxê me yê herî pîroz e. Di nava xwe de çand û dîroka me ji windabûnê parastiye, zimanê me şertê hebûnê yê pêşîn e, keleha xwebûnê ya herî mezin e ku civaka me pê hatiye parastin. Lewma di dîrokê de dijminên Kurdan dema ku xwestine Kurdan tune bikin, berê xwe dane zimanê Kurdî û qedexe kirine, hemû rê li pêşiya zimanê Kurdî girtine û xwestine di nav zimanên xwe de zimanê Kurdî bihelînin û civaka Kurd tune bikin. Hîn jî li Kurdistanê ev siyaseta helandin û bişaftinê li dij zimanê me berdewam dike. Qedexeyên li ser zimanê Kurdî nehatine rakirin. Zimanê Kurdî hîn jî nebûye zimanê fermî yê perwerdeyê.

MAFÊ PERWERDEYA BI KURDÎ MAFEKÎ HERÎ REWA YE

Rêber Apo, asta pêşketina ziman wekî asta pêşketina jiyanê pênase dike û dibêje; ‘Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî bi pêş de biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî bi pêş de biriye.’ Pêşdebirin û bilindkirina asta jiyanê bi azadiya gelê Kurd û hemû nirxên Kurdistanê ve girêdayî ye. 

Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdeyê têkoşîn, hewldan û helwestên cidî pêwîst dikin. Ziman beden e, çand beden e, li bedena xwe xwedî derkevin. Ji bo ku careke din tu hêz nekaribe gelê Kurd bixe bin “pencên qirkirina çandî” hişyarî di asta herî bilind de pêwîst dike. Em bizanibin ku parastina ziman sekna li dijî bişaftinê ye, parastina ziman parastina çandê ye, parastina ziman parastina Kurdistanê ye. Parastina ziman parastina rabirdû û dahatûyê ye. Her netew bi zimanê xwe heye. Çawa ku dar li ser koka xwe şîn dibin, gelê Kurd jî dê li ser zimanê xwe mezin bibe. 

Mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî rewa û xwezayî ye, pêwîst e her kes xwedî lê derkeve û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî têkoşînê bilind bike. Zimanê dayikê beden û laşê mirov e, divê mirov laş û bedena xwe ji hemû êrîş û nexweşiyan biparêze.

LI GELÊ KURDISTANÊ PÎROZ BE

Di van demên dîrokî de, bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi rêzdarî û minet bejna xwe li ber tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê ditewînin. Careke din bang li gelê xwe dikin ku bi felsefeya “her peyveke Kurdî ji bo me dozek e” li zimanê xwe xwedî derkevin, zarokên xwe fêrî Kurdî bikin û wekî doza neteweyî xwedî li doza ziman derkevin.

Weke Komîteya Perwerdê ya KCK’ê, em roja zimanê Kurdî li hemû gelê Kurdistanê, kedkar û xemxurên zimanê Kurdî pîroz dikin."