Bilikî: Em dilsozê stratejiya Rêber Apo ne
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Cûma Bilikî destnîşan kir ku eger dewleta Tirk xwe nede ber nêzîkatiya civaka demokratîk divê alternatîfên wan ên cuda hebin û got, ew dilsozê stratejiya Rêber Apo ne.
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Cûma Bilikî destnîşan kir ku eger dewleta Tirk xwe nede ber nêzîkatiya civaka demokratîk divê alternatîfên wan ên cuda hebin û got, ew dilsozê stratejiya Rêber Apo ne.
Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li du qadên cuda bi beşdariya 232 delegeyan pêk hat. Biryarên kongreyê di 12'ê Gulanê de hatin eşkerekirin.
Kongre li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo li hev civiya. Ji delegeyên kongreyê Cûma Bilikî nirxandineke bi vî rengî kir:
"Li qada polîtîk divê em gavên cuda biavêjin. Eger li Başûr pêwîst be divê em pêngavên cuda bikin, li Rojhilat pêwîst be em pêngavên cuda bikin.
Eger dewleta Tirk hîs neke ku em di asteke welê de ne ku wê parçe bikin, wê ti gavan neavêje. Lê belê eger hîs bike em bi hêz in, dem, konjuktur bi me re ye, em dikarin vê dewletê parçe bikin, hingî wê gavên siyasî biavêje. Wê hingî mafên gelê Kurd qebûl bike. Em jî lazim e li gorî wê siyasetê bikin. Siyaset tiştekî cuda ye, gavavêtin tiştekî cuda ye, stratejîk tiştê cuda ye.
Di vê mijarê de hevalan jî bal kişandin ser bi rewşa bîrdozî ve girêdayî em welê dikin ku nahêlin hemleyên cudatir bike. Propagandaya me jî bi vî rengî ye. Hevalê derdikeve qala biratiya gelan, parastina sînoran, nizanim parastina dewleta Tirkiyeyê dike. Divê em vî zimanî biterikînin. Parastina sînoran bi Rêbertî ve girêdayî ye. Eger ev dewlet gavan neavêje em ê parçe bikin, li gorî wê gavan biavêjin. Eger dewlet vê nêzîkatî û hêza me bibîne wê neçar bimîne ku gavê biavêje. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, hevalên me yên girtî azad nabin û mafên gelê Kurd garantî nebin, em ê gavên cuda biavêjin. Ev hêza Tevgera Apoyî heye. Ev hêza gelê Kurd heye. Her kes zane dem dema Kurdan e. Eger em pêşengiyeke rast bikin em ê karibin bi ser bikevin. Di vê demê de divê em bi vê kelecanê bin. Di vê çarçoveyê de divê em nêzîkatiyê nîşan bidin.
Herî dawî, Rêber Apo nêzîkatiyeke stratejîk nîşan da û em girêdayî vê stratejiyê ne. Ji bo Tirkiyeyê jî ji bo tevahiya herêmê jî qala civaka demokratîk, xwişk û biratiya gelan û jiyana bi hev re tê kirin. Ev hemû taktîkî nîne, lê mijareke stratejîk e. Em ji vê stratejiyê bawer dikin, rast dibînin û dixwazin pêk were. Di vê çarçoveyê de em têkoşîna xwe dewam dikin. Lê belê hêzên dagirker ên li Kurdistanê eger vê qebûl nekin alternatîfên me yên cuda jî hene. Divê em vê yekê bi dagirkeran bidin hîskirin."