BI DÎMEN

Hevseroka KON-MED'ê ji bo bîranîna li Kolnê banga tevlîbûnê kir

Hevseroka KON-MED'ê Rûken Emîne Akça bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê kir ku beşdarî merasîma bîranînê ya 18'ê Gulanê ya li Kolnê bibin ku wê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bê lidarxistin.

Rûken Emîne Akça got, "Temenê xwe bi têkoşînê derbas kirin. Em dixwazin hevrêyên Rêber Apo bi beşdariyeke mezin bi bîr bînin. Em bang li gelê xwe dikin ku van hevalên me bi bîr bînin."

Serdanên sersaxiyê yên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê (NCDK) di roja 4'emîn de jî bi girseyî dewam kir. Her roj ji bajarekî cuda kom, nûnerên saziyan ji bo xwedîderketina li mîrateya têkoşînê ya Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn serdana cihê sersaxiyê dikin.

Malbatên Kurdistanî, meclîsên jin û ciwanan, pêkhateyên KCDK-E, siyasetmedar, endamên tevgerên şoreşger û sosyalîst, saziyên Elewiyan, Civaka Îslamê ya Kurdistanê, hunermend, rojnamevanan di nava çar rojan de serdana sersaxiyê kirin.

MERASÎMA GIRSEYÎ WÊ DI 18'Ê GULANÊ DE PÊK WERE

Serdana sersaxiyê ya ku ji aliyê malbatên Altûn û Kaytan ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatiye danîn wê heta 17'ê Gulanê dewam bike. Di 18'ê Gulanê de jî wê bi beşdariyeke berfireh merasîma bîranînê pêk were.

Hevseroka KON-MED'ê Rûken Emîne Akça bi rêya ANF'ê bang li Kurdistaniyan û dostên wan ên li Elmanyayê kir ku beşdarî merasîma bîranînê bibin.

Rûken Emîne Akça got, "Em bi xemgîniyeke mezin taziyeya van herdu pêşengên şoreşger dikin. Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd wê serdan heta roja Şemiyê dewam bikin. Roja Yekşemê li salonekê em ê merasîmeke girseyî pêk bînin. Em bang li gelê xwe, hêzên çep, sosyalîst, demokrat û her kesên ji bo mirovahiyê têdikoşin dikin ku tevlî vê bîranînê bibin. Ji bo gelekî bindest têkoşîneke bêhempa, pêvajoyeke zêdeyî 50 salan li pey xwe hiştin. Ji bo bîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiyê di şexsê hevalên Riza û Fûat de em ê merasîmê lidar bixin. Temenê xwe bi têkoşînê derbas kirin. Em dixwazin bi tevlîbûneke girseyî hevrêyên Rêber Apo bi bîr bînin. Em li benda gelê xwe ne ku beşdarî bîranînê bibe."

Cihê bîranîn bê lidarxistin: Im Gewerbegebiet Pesch 12A, 50767 Köln