BI DÎMEN

CÎK'ê Nobeta Azadiyê ya vê hefteyê dewr girt

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Nobeta Azadiyê ya ku bi salan e ji aliyê gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên wan ve tê meşandin, dewr girt.

Nobeda Azadiyê ya ku ji aliyê Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ve di 25'ê Hezîrana 2013'an de li bajarê Strasburg ê Fransayê hat destpêkirin, di sala 13'an de bi biryardarî dewam dike. 

Di hefteya 643’an de, Berdevkê CÎK'ê yê Ewropayê Mele Salih û endamên CÎK'ê Sezaî Keskîn, Emîn Çîftçî û Malzûm Ûgûrlû nobeta ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê didomîne, dewr girtin.

Mele Salih got, "Rêber Apo misogeriya aştiya bi rûmet û vîna çareseriya pirsgirêka Kurd e" û bang li saziyên Ewropayê kir ku demildest biçin Îmraliyê. 

Mele Salih bang li saziyên Ewropayê jî kir ku erka xwe pêk bînin û got, “Doza me doza aştiyê ye. Rêberê me ji Kurdistan û Rojhilata Navîn derket û ji bo aştiyê hat Ewropayê. Em îro ji bo aştiyê li vir in. Pirsgirêk bi aştiyê çareser dibin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”

Mele Salih anî ziman ku pirsgirêk bi înkar, talan û îmhayê nayên çareserkirin û wiha domand: “Çareserî di aştiyê de ye. Rêya vê jî diyalog e. Diyalog bi muxatab re tê kirin."