Şehîdên 'Tabûra Nemiran’ li Parîsê hatin bibîranîn

Ji bo endamên Tabûra Nemiran Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) û Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) ên di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, li banliyoya Villeneuve ya Parîs ê Fransayê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bîranîna şehîdên Tabûra Nemiran li Navenda Çanda Cîgerxwîn pêk hat. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo Erdal Şahîn, Rojhat Zîlan û hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. 

Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser dîroka têkoşîna Erdal Şahîn û Rojhat Zîlan û çalakiyên wan hatibû amadekirin hat pêşandan. Sînevîzyon bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Parlamenterê berê yê HDP'ê û nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê Faysal Sariyildiz û Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat axaftin kirin. 

Faysal Sariyildiz diyar kir ku ew Erdal û Rojhat û hemû şoreşgerên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û bal kişand ser biryardariya têkoşîna 50 salan. Sariyildiz li ser krîzên aborî û civakî yên li Tirkiyeyê jî rawestiya.

Şahîn Polat jî diyar kir ku pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” salek li pey xwe hişt û bal kişand ser girîngiya "Konsera Azadiyê" ya ku di 19'ê Cotmehê de li Parîsê bê lidarxistin û banga beşdarbûna konserê li her kesî kir.

Merasîma bîranînê bi axaftin û peyamên piştgiriyê bi dawî bû.