BI DÎMEN

Li Hildesheim rojên xwendinê hat lidarxistin

Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê bi wesîleya Rojên Xwendinê yên Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên Kurdan tevlî çalakiya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheimê hat lidarxistin bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku bi Elmanî û Kurdî hatine wergerandin hatin xwendin û nirxandin.

Di çalakiyê de banga berfirehkirina têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî û sîstema tecrîd, êşkence û qirkirina Îmraliyê hat kirin û soza bilindkirina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidrxistin hat dayîn.

Soza tevlîbûn û xebateke xurt a ji bo meşa girseyî ya di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin hat dayîn. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.