BI DÎMEN

Li Rennesê Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Li Rennesê Komploya 9'ê Cotmehê bi meş û daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Bi hezaran Kurdistaniyên ku bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Rennes ê Fransayê li hev civiyan, bi meş û daxuyaniya çapemeniyê komploya 9’ê Cotmehê û pergala qirkirin, êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê şermezar kirin. 

Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev yek hatin gotin: ‘’Em ketin sala 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê. Ji ber ku hêzên navneteweyî yên emperyalîst Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ji bo xwe weke gefekê dîtin, ev komplo pêk anîn. Komplo di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd, têkoşîna azadiyê û azadiya jinan hat pêkanîn. Rêber Apo ev 27 sal in li dijî vê komployê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla, li bajaran jî gelê Kurd û hevrêyên Rêber Apo li dora vê têkoşînê bûne yek û ev têkoşîn mezin kirine. Di vê qoxanê de weke jinên Kurd û gelê Kurd tehemila me ji tecrîdê re nemaye. Em bang li dewleta Tirk û hêzên emperyalîst dikin ku tavilê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û  di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rêyên demokratîk û aştiyane esas bigirin. Navnîşana çareseriyê Îmralî ye, Rêber Apo ye.’’