BI DÎMEN

Li Duisburgê şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hatin bibîranîn

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Duisburgê, di şexsê şehîd Hogir Botan û şehîd Rustem Serhed de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hatin bibîranîn.

Bi dehan ciwanên Kurd, malbatên şehîdan û Kurdistanî beşdarî bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê hat lidarxistin bûn. Li salona bîranînê wêneyên şehîdan hatin daliqandin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre li ser navê TCŞ'ê û Komîsyona Malbatên Şehîdan (KOMAW) axaftin hatin kirin. 

Nûnera TCŞ'ê diyar kir ku li Kurdistanê şer û têkoşîn bi dijwarî dewam dike û got, "Weke ciwanên Kurd ên şoreşger, divê em têkoşîna şehîdên xwe ji bîr nekin û ji bo siberoja azad bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin. Divê em li hemû qadên lê ne xwedî li têkoşîna şehîdan û paradîgmaya Rêbertiyê derkevin. Li ser vê bingehê em dibêjin; ‘An azadî yan azadî’.”

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Rustem û şehîd Hogir hatibû amadekirin berdewam kir. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.