Dadgeha Bilind biryara li ser 'mafê qedexekirî' yê Abdullah Zeydan xera kir
Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya li ser 'radestkirina mafên qedexekirî' yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan xera kir.
Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya li ser 'radestkirina mafên qedexekirî' yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan xera kir.
Biryara Dadgeha Bilind a li ser xerakirina biryara radestkirina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan piştî ku ji aliyê medya alîgirê desthilatdariyê ve hate ragihandin, li sîstema UYAP'ê hate bicihkirin.
Di biryarê de hate îdîakirin ku biryara Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê ya li ser radestkirina mafên qedexekirî 'bêûsûl' e. Di biryarê de hate îdîakirin ku rakirina biryara dadgehê bi serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê re bêûsûl e.
Hate ragihandin ku dosya ji bo jinûve nirxandinê radestî Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê ahtiye kirin û wê jinûve bê nirxandin.