Wekîlên DEM Partiyê li ber wezaretê dagirkerî û xesp şermezar kirin

Serokwekîl û parlamenterên DEM Partiyê li ber Wezareta Karên Hundir êrîşên dagirkeriyê û darbeya qeyûm şermezar kirin.

ŞERMEZARKIRINA QEYÛM

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenterên DEM Partiyê li ber Wezareta Karên Hundir desteserkirina şaredariyan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Wezareteke ku îradeya gel û mafê hilbijartinê yê gel desteser dike. Heta ku ev siyaseta qeyûm dewam bike, heta ku AKP bi siyaseta qeyûm bimeşe, heta ku ev feraseta qeyûm li welêt belav bibe em ê jî di têkoşîna xwe ya demokratîk de israr bikin. Eger pêwîstî pê hebe her hefte, her roj em ê bên ber Wezareta Karên Hundir. Em ê bêhiqûqî û darbeya li demokrasiyê ya vê wezaretê teşhîr bikin."

'GELO TIRKKIYE DIXWAZE SÛRIYEYÊ DAGIR BIKE?'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "7 hevalên me yên ku komkujiya çeteyan a li Sûriyeyê şermezar dikin li Stenbolê hatin girtin. Alîkara Hevserokên me yên Giştî Sevtap Akdag û Hevşaredarê me yê Peyasê jî di nav de bi dehan hevalên me hatin girtin. Dixwazin muxalefetê parçe bikin û li aliyê din jî têkoşîna gelê Kurd tine bikin. Em ji wan kesên ku qala aştiyê dikin dipirsin; bi tayînkirina qeyûman, bi pêşîvekirina li çeteyan a li Rojava, bi rêdana li komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî gelê Kurd, Xiristiyan, Durzî, Êzidî, Elewiyên Ereb gelo hûn ê çawa li Tirkiyeyê aştiyê pêk bînin?

Hinek hene ku kêfa wan tê ku li Helebê ala Tirk hatiye çikandin. Gelo Heleb xaka kê ye? Bajarê kê ye? Gelo Tirkiye dixwaze Helebê, Sûriyeyê dagir bike? Hûn çima hurmetê nîşanî îradeya gelê Kurd, gelên li wê derê nadin? Hûn çima ji bo gelên li Sûriyeyê polîtîkayeke aştiyane nameşînin û pêşî li van çeteyên komkujer nagirin?

Ji Efrînê 300 hezar mirovan xwe li bajarên cuda girtin. Niha jî 300 hezar mirovên li wan deveran li Şehbayê bi cih bûn. 3,5 sal in di nava şert û mercên herî nebaş de hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Ji ber ku xaka wan ji aliyê çeteyên SMO ve hatiye dagirtin. Niha jî dest ji Şehbayê berdidin û koçî devereke din dikin. Polîtîkaya AKP'ê ew e ku Kurdan ji warê xwe bêpar bihêle.

'AŞTIYEK BI VÎ RENGÎ NABE'

Îro ji bo aştiyê ji her demê bêhtir firsend hene. Ji bo aştiya li Sûriyeyê, ji bo aştiya li Tirkiyeyê şert û merc hene. Lê belê nêta we aştî nîne. Hûn bi gotina aştiyê şer sor dikin. Bi tayînkirina qeyûman îradeya gel tine dihesibînin. Aştî bi vî rengî dibe? Bi gotina aştiyê tecrîd tê girankirin, darbe li gel tê kirin. Ev aştî nîne. Aştî bi vî rengî nabe."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê têkoşîna xwe û helwesta xwe ya alîgiriya demokrasiyê dewam bikin.