BI DÎMEN

Li Londonê meşa 'Rojava biparêzin' hat lidarxistin

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ser banga DGB'ê hatin ba hev û êrîşênoperasyona li dijî Kurdan û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB) û Federasyona Elewiyan a Îngilistanê (BAF), komeleyên Kurd, Elewî û bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi dirûşma "Destên xwe ji ser Kurdan bikşînin, Rojava biparêzin" li Stasyona Xeta Turnpike ya li paytexta Îngilistan Londonê hatin ba hev.

Di çalakiyê de timî dirûşmên "Ji qirkirina Rojava re na, ji qirkirina Kurdan re na", "Destên xwe ji ser Kurdan bikşînin", "Hikûmeta Îngilistanê dev ji piştgiriya dewleta Tirk berde", "Rojava gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo" û "Terorîst dewleta Tirk" hatin berzkirin.

Li ser navê DGB'ê Îbrahîm Avcil axivî û diyar kir ku di 27'ê Mijdarê de li ser Navenda Civaka Kurd û malên çalakgeran de girtin û anî ziman ku ev hevkariya dewleta Tirk û Ewropayê bi awayekî eşkere radixe ber çavan.

Avcil destnîşan kir ku ew ê ti carî nebin parçeyek ji peymanên qirêj ên di navbera dewleta Tirk û dewletên Ewropayê de û got: "Em ê bi têkoşîna xwe van êrîşan li kolanan têk bibin. Weke Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk em ê xwedî li saziyên xwe û têkoşîna xwe derkevin."

Piştî Avcîl li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hat kirin. Di axaftina li ser navê TCŞ'ê de hat destnîşankirin ku ew ê bi pêşxistina çanda demokratîk xwedî li Navenda Civaka Kurd derkevin û got: "Em hêzên xweparastinê yên Rojava diparêzin silav dikin. Ti hêz wê nikaribe yekîtiya gelê Kurd qels bike. Em li vir in û heta ku demokrasî bi ser bikeve û faşîzm bi dawî bibe em ê her tim li vir bin."

Piştî axaftinan girse ber bi avahiya KCC'ê ya li herêma Green Line ku di bin dagirkeriya polîsan de ye, meşiyan. Girseya gel bi çepik û tilîliyan meşiyan û bêyî navber dirûşmên "Hikûmeta Îngilistanê piştgiriyê dide dewleta Tirk" û "Rojava gel e, gel li vir e" berz kirin. Di meşê de ji wesayîtên anonsê stranên berxwedanê hatin lêxistin û kesên derdorê eleqeyek mezin nîşanî meşê dan.

Meş li konê greva birçîbûnê ya li ber avahiya KCC'ê hatiye danîn bi dawî bû û girseyê bi yek dengî sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.