Êrîşên dagirkeriyê li Malhouseyê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramiliter ên li ser Rojava hatin protestokirin û banga xwedîlêderketina destkeftiyan hate kirin.
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramiliter ên li ser Rojava hatin protestokirin û banga xwedîlêderketina destkeftiyan hate kirin.
Êrşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojavayê li bajarê Mulhouse yê Fransayê hatin protestokirin. Kurd û dostên wan li pêşiya Porte Jeune hatin ba hev û di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Rojavayê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Terorîst Erdogan ", "Terorîst Tirkiye" û Kujerê jin û zarokan Erdogan” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe komkujiyê li ser Kurdan ferz dike. Hat gotin ku di encama êrîşên dawî de gelek kes ji cih û warê xwe bûne û hate gotin: “Faşîst Erdogan û dewleta Tirk hebûna xwe dispêre jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan û tunekirina Kurdan.”
Di daxuyaniyê her wiha hat gotin ku dewleta Tirk sûcên dijî mirovahiyê dike û bêdengiya civaka navneteweyî jî tê wateya hevşirîkiya wan. Hat diyarkirin ku dê destkeftiyên şoreşê yên gelê Kurd û dostên wan dê heta hetayê bên parastin û divê herkes li dijî dagirkirin û komkujiyê rabe ser pêyan.