AVEG-KON: Ji bo Rojava em dakevin qadan
AVEG-KON'ê ji bo xwedîderketina li Rojava bang li kedkarên koçber ên Tirkiyeyî û Kurdistanî yên li Ewropayê kir û got, "Em qadên Ewropayê veguherînin qadên çalakiyan."
AVEG-KON'ê ji bo xwedîderketina li Rojava bang li kedkarên koçber ên Tirkiyeyî û Kurdistanî yên li Ewropayê kir û got, "Em qadên Ewropayê veguherînin qadên çalakiyan."
Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê (AVEG-KON) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çeteyên Îslamî yên polîtîk HTŞ û SMO ku di bin rêveberiya şefê faşîst ê mêtinger de ye ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê dikin û hate gotin, "Êrîşên dawî li ser destketiyên gelan e. Her wiha mêtingeriya faşîst bi piştgiriya leşkerî û lojîstîk a ji çeteyan re dixwaze çeteyên Îslamî yên polîtîk ji nû ve xurt bike.
Ji bo dewleta Tirk a mêtinger tasfiyekirina Şoreşa Rojava û destketiyên gelê Kurd ên li herêmê armanceke stratejîk e. Armanca êrîşa çeteyên selefî yên ji ber DAÎŞ'ê mane jî têkbirina Şoreşa Rojava ye. Bi vê armancê êrîşî Şoreşa Rojava ya gelparêz û azadiya jinê dikin, êrîşî gelên sivîl dikin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jiyana bi hev re, wekhev û azad a gelan wê bi aştiyeke bi rûmet pêk were û hate gotin, Şoreşa Rojava û rêveberiya gelparêz û demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelên herêmê gelekî girîng û hêja ye.
Di daxuyaniyê de ji bo parastina Şoreşa Rojava bang li kedkarên koçber ên Tirkiyeyî û Kurdistanî yên li Ewropayê û şoreşgerên enternasyonalîst hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û hate gotin, "Ji bo parastina destketiyên Şoreşa Rojava em guh bidin banga seferberiyê. Em qadên bajarên Ewropayê bikin qada çalakiyê."