Dewleta Tirk li Dresden û Baselê hate teşhîrkirin
Êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Dresedenê bi mîtîng û li Baselê jî meşekî hate protestokiri û dewleta Tirk hate teşhîr kirin.
Êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Dresedenê bi mîtîng û li Baselê jî meşekî hate protestokiri û dewleta Tirk hate teşhîr kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li ser banga Meclîsa Gel a Kurd li bajarê Dresden ê Elmanyayê li hev civiyan, êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên Rojava protesto kirin.
Mîtîng ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Dresdenê Bekîr Apak axivî û wiha got: “Dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst divê baş bizanibe ku Kurd weke her tim îro jî li qadan in û têkoşîna xwe ya mafdar didomînin. Em li ku derê bin bila bin em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin. Em ji vir berxwedan û têkoşîna gelê me yê Rojava silav dikin.”
Mîtîng bi dirûşmeyên “Hoch die Internationale Solidarität”, “Alle Besetzer raus aus Kurdistan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
BASEL
Êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên Til Rifat, Şehba û Helebê bi rojan in ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê ve tên protestokirin. Gelek Kurdistanî û Swîsreyî li ser banga Komîteya Piştevaniyê ya bi Rojava re li Claraplatzê li hev civiyan û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li pişt êrîşa li ser Şoreşa Rojava dewleta Tirk heye û wiha hate gotin: “Çeteyên ku dewleta Tirk piştgirî dide, komkujî li dijî gelê dane destpêkirin. Ne tenê Kurd hemû gel di bin gefan de ne. Em ê li her qadê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin.”
Piştre girse bi pankarta bi nivîsa “Turkische Armee raus aus Rojava” û dirûşmeya “Bijî berxwedana Gerîla” û “Bijî berxwedana Rojava” heta Claramatte meşiyan.