BI DÎMEN

Wezîr Feryal Clark Demîrcî serdana greva birçîbûnê kir

Wezîra Zanistî û Teknolojiyê ya Îngilistanê Feryal Clark Demîrcî serdana konê greva birçîbûnê ya li avahiya KCC kir û rexne kir ku di operasyonê de polîsên Tirk hatin bikaranîn. Her wiha got, vê operasyonê yekparetiya civakî xera kiriye.

DAXUYANIYA WEZÎRA ÎNGILIZ

Li dijî operasyona krîmînalîzasyonê ya polîsên Îngiliz ku 27'ê Mijdarê bi navê 'Berbang' li dijî Navenda Civaka Kurd û aktîvîstên Kurd hate kirin, nerazîbûn dewam dikin. Li pêşiya avahiya KCC a ku di bin dagirkeriyê de ye, kon hatiye vedan û greva birçîbûnê lê dewam dike. Siyasetmedar, sendîkavan û siyasetmedarên herêmî serdana konê çalakiyê dikin.

Parlamentera destpêkê ya Kurd û Elewî ya Îngilistanê Feryal Clark Demîrcî bi şandeyekê re serdana konê greva birçîbûnê yê li ber avahiya KCC kir, ku ji aliyê polîsan ve hatiye dagirkirin. Clark Demîrcî li pêşiya saziyê bi berxwedêrên greva birçîbûnê û gel re sohbet kir û anî ziman ku ew bi hesasiyet li ser mijarê disekinin.

Feryal Clark Demîrcî ku di heman demê de parlamentera Enfieldê û Wezîra Zanistî û Teknolojiyê ye, anîz iman ku piştî operasyonê bi hewldanên cuda fikarên civakê nîşan daye.

Feryal Clark Demîrcî diyar kir ku sê civînên bi beşdariya rayedarên polîsan ên payebilind, nûnerên şaredariyê, parlamenterên herêma Bakurê Londonê û nûnerên komeleyên civakê hatin lidarxistin û got, "Di van civînan de hem nûnerên civaka me hem jî me fikarên xwe ji rêveberiya polîsan re ragihandin. Me ji wan re ragihand ku di operasyonê û piştî wê de bikaranîna polîsên Tirk di serdegirtinê de tê wateya fêhmnekirina hesasiyeta civakê. Me ji şaredariyên xwe yên herêmî xwest, têkildarî mijarê bi hesasiyet tevbigerin. Me bi Wezareta Polîs û Ewlekariyê û Wezareta Karên Hundir re li ser hesasiyetên civaka xwe hevdîtin pêk anîn. Li ser mijarê ez ê bi Wezîra Karên Hundir Yvette Cooper jî hevdîtinê bikim. Weke APPG ku hemû partî lê têne temsîlkirin, me daxwaza rûniştinekê li Parlamentê kir û em li benda bersiva vê daxwazê ne."

Clark Demîrcî destnîşan kir ku êrîşên hatin kirin me dixe nava fikaran ku yekparebûna civakê xera bike û zerarê bide hestên ewlekariyê yên civakê.