BI DÎMEN

Koma Swîsreyê Nobeda Azadiyê dewr girt

Ji bo azadiya Rêber Apo 12 sal in li Strasbourg çalakiya nobetê didome. Di hefteya 650’emîn de koma Swîsreyê nobet dewr girt û peyama, "Ji bo layiqbûna Rêber Apo û gerîlayan ya ji destê me tê, em ê bikin.”

ÇALAKIYA NOBEDÊ YA LI STRASBOURGÊ

Nobeta Azadiyê ya di 25’ê Nîsana 2012’an de ji aliyê Înîsîyatîfa Azadî ji Rêber Apo re, li bajarê Strasbourgê yê Fransayê hatiye destpêkirin, di hefteya xwe ya 650’emîn de berdewam dike.

Çalakiya ku bi armanca têkbirina pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê, bidawîkirina tecrîda mutleq û agahînestandina mutleq û dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam dike. Her hefteyê ji welatên cuda yên Ewropayê komek tê û çalakiya nobetê dewr digire. Di hefteya 650’an de koma ji bajarê Bern û Fribourgê hatin, çalakî dewr girtin.

Di komê de welatiyên bi navê Orhan Hazar, Alî Bîlen, Ercument Ziyanak û Osman Unal cih digrin.

Orhan Hazar li ser navê komê axivî.  Hazar di axaftina xwe de destnîşan kir ku  azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya hemû gelê Kurd û got: “Ji ber wê yekê bihîstina dengê Rêbertî tê wateya ku gelê Kurd bi awayekî azad dengê xwe bi cîhanê bidin belavkirin.  Fikrên Rêbertî xwe li Rojhilata Navîn dan îspatkirin. Rêber Apo nîşaneya azadiya gelê Kurd e.”

Hazar da zanîn ku êrîşên çeteyan yên bi alikariya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, li dijî fikrên Rêber Apo ne. Orhan Hazar got ku ew serbilind in ku nobeta vê hefteyê dewr girtine û axaftina xwe bi van gotina bi dawî kir: “Pergalên kapîtalîst, dizanin ku kilîda çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ye, dibin asteng ku Rêbertî li gel gelê xwe bikeve têkiliyê. Em ji bo ku dengê Rêber Apo were bihîstin, di nobetê de ne. Ji bo Rêbertî çi ji destê me tê, em ê bikin. Ji niha û şûnde jî ji bo layiqbûna ji bo Rêber Apo û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ji destê me tê em ê bikin.”