KCDP: Di Meha Mijdarê de 32 jin hatin qetilkirin
KCDP’ê rapora derbarê jinên ku di meha Mijdarê de hatine qetilkirin, eşkere kir. Hat ragihandin ku 32 jin hatine qetilkirin û 26 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
KCDP’ê rapora derbarê jinên ku di meha Mijdarê de hatine qetilkirin, eşkere kir. Hat ragihandin ku 32 jin hatine qetilkirin û 26 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî rapora KCDP'ê, di meha Mijdarê de 32 jin hatine qetilkirin û 26 jin jî di nava şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat diyarkirin ku ji 32 jinên hatin qetilkirin 7 jê ji ber ku dixwestin di derbarê jiyana xwe de biryarên weke hevberdanê, redkirina lihevhatinê û redkirina zewacê bidin, hatine qetilkirin. Yek ji jinên hatin qetilkirin ji ber ku şahidê mirina jinê bû û yek jî bi îdiaya ku pere dixwaze hat qetilkirin.