BI DÎMEN

Newroza Frankfurtê bi dawî bû: Elmanya vê îradeyê bibîne

Bi deh hezaran kesên beşdarî Newrozê bûn daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî û ji Kurdistanê re statu" kirin û gerîlayê ku mizgînî da gel hat silavkirin. Di pîrozbahiyê de ji bo Elmanya ku naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike peyama "Vê îradeyê bibîne” dan.

NEWROZA FRANKFÛRTÊ

Newroza navendî ya Elmanyayê ya 2024'an a bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye" hat organîzekirin, li Frankfurtê tevî baran û befrê jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-E) ya Elmanyayê Kezban Dogan, Hevserokên FCDK-Kawa, KON-MED’ê Rûken Akça û Kerem Gok, li ser navê saziyên Rojhilat Meryem Qadirî û Hevseroka Dîe Lînke Janin Wissler ji beşdaran re axivîn. Konseya Rêveber a KCK'ê û Yekîtiya Doktorên Kurd peyam şandin. Hunermend Koma Rojava, Mad Art, Berfîn Mamedova, Seyda Perînçek, Deza Amed, Foad Golnasab, Çarnewa, Lawje, Riyad Abo, Îbo Qamişlo her wiha tîma govendê ya TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê. Dirûşma “Bijî Serok Apo” mohra xwe li pîrozbahiya Newrozê da. Dema peyama KCK'ê ya ji bo Newroza Frankfurtê şandibû hat xwendin, dirûşmên "Zap, Avaşîn, Metîna Newroza we pîroz be", "Bijî berxwedana Qendîlê" hatin berzkirin. Piştî daxuyaniya KCK'ê di bernameya Newrozê de yek ji muzîkjenên pêşeng ên civaka Êzidî Raîf Abo derket ser dikê.

EM JI VIR XWEDÎ LI VÎNA KURDISTANÊ DERDIKEVIN

Hevserokên Federasyona FCDK-Kawa ya ku pêşengiya pîrozbahiya Newrozê dikin, kesên li qadê kom bûne silav kirin û gotin, “Em ji Şaredariya Frankfûrtê û Serok Apo re silavan dişînin. Cejna Serok Apo pîroz be. Em kesên di têkoşîna azadiyê ya cîhanê de cih digirin, di serî de Serok Apo silav dikin. Em xwedî li peyamên li Kurdistanê tên dayîn derdikevin û ji vir jî heman peyaman parve dikin."

AKÇA: ELMANYA VÊ VÎNÊ BIBÎNE

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça bi silavkirina kesên li qadan dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Bi ruhê agirê Newrozê we silav dikim. Hûn hemû bi xêr hatin. Bi hezkirina bêdawî em Newroza Rêber Apo, girtiyên li zindanan û gerîlayên qadên azadiyê pîroz dikin. Wek hûn jî dizanin di Newroza Amedê de zêdetirî milyonek kes vîna xwe nîşan da. Îradeya wan azadiya Rêber Apo bû. Werin em vîna xwe li vir bînin ziman.” Rûken Akça pirsa Vîna me kî ye?” kir û hemû kes bi hev re dirûşma “Bijî Serok Apo” bersiva pirsa Ruken Akça dan. Akça di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîste Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang li dewleta Elman dikin; hevkariya bi Erdogan re rawestînin. Kurdên ku koçî Ewropayê kirine, ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd li vir in. Dewletên Ewropayê naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ey Elmanya, vê vînê bibîne! Kurd ji 15’ê Adarê ve li qadan e. Dawî li siyaseta krîmînalîzekirinê bînin. Li aliyê demokrasî, azadî û Kurdan bin. Têkiliyên xwe yên qirêj rawestînin." Ruken Akça bi gotina “Bijî Newroz, bijî Serok Apo, bijî Kurd û Kurdistan” dawî li axaftina xwe anî.

GOK: VÎNA WE WÊ ZINCÎRÊN ÎMRALIYÊ BIŞKÎNE

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok di axaftina xwe de diyar kir ku wan Newroz diyarî Ronahî û Bêrîvanan kir û wiha got: “Em ji gelê xwe yê berxwedêr moral digirin. Em Newroza mîmarê aştiyê û afirînerê paradîgmaya neteweya demokratîk Rêber Apo pîroz dikin. Newroz ji bo gelê Kurd roja herî pîroz e. Ji ber ku di Newrozê de bedelê herî mezin da. Em ji Kawayê Hesinkar heta Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Bila Newroza 2024’an bibe sala kongreya netewî ya Kurd ku gelê Kurd, hemû sazî û aliyên siyasî yên Kurdistanî tê de werin cem hev. Bi pêngava 10’ê Cotmehê re gelê Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nake. Gelê Kurd biryara xwe daye. Vîna we wê zincîrên Îmraliyê bişkîne. Rêber Apo wê ji Îmraliyê derkeve û em ê bi hev re Newroza Amedê pîroz bikin. Em bang li SPD, Keskan û Lîberalan dikin. Tahîr Koçer û girtiyên me yên din serbest berdin. Ji Rêber Apo netirsin. Rêber Apo mîmarê jiyana azad, demokrasî û azadiyê ye.”

Piştî axaftina vekirinê ya hevserokan, koma Mad Art derket ser dikê.

DOGAN: EM YÊN KU MIZGÎNÎ DANE ME SILAV DIKIN

Berdevka YJK-E Kezban Dogan jî peyama xwe ya Newroza 2024'an a Elmanyayê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" parve kir. Kezban Dogan got:

“Em bi germahiya meha Adarê, bi vîna Mazlûm Dogan û bi biryardariya Ronahî û Bêrîvanan Newrozê pîroz dikin. Bi vê boneyê em kesên ku di vê Newroza azadiyê de mizgîniya operasyonên şoreşgerî yên li Zap, Metîna û Avaşînê dan, silav dikin. Îro Frankfûrt peyama azadiyê dide cîhanê. Çawa ku Newroz biharê tîne cîhanê, ji bo me gelê Kurd jî destpêka rojeke nû ye. Çawa ku gerîlayên azadiyê di Newroza 2024’an de agirê azadiyê li ezmên vêxist, em jî ji vir bang dikin: Bê Serok jiyan nabe! Newroza Azadiyê di serî de li jinan, Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê pîroz be.”

Piştî axafgtina Kezban Dogan li qada Newrozê fîşekên hewayî hatin teqandin. Piştre hunermend Berfîn Mamedova ya ji Kazakistanê derket ser dikê.
Piştî sînevîzyona ku ji salên 1990’î heta niha girîngiya Newrozê ji bo Kurdan tê nîşandan, peyama Komeleya Doktorên Kurd ên Elmanyayê hat dayîn.

Hunermend Seyda Perînçek ku derket ser dikê got, “Newroza gelê Kurd li te pîroz be Rêber Apo. Em ê hemû Dehaqan bi agirê Newrozê bişewitînin.” Piştî peyama “Bijî Kurd û Kurdistan” dest bi stranan kir. Di Newroza Frankfûrtê de pankartên "Gerîla lêda, Tirkiye ket" ku ji aliyê ciwanan ve hatin amadekirin û pankartên "Em mizgîniya we silav dikin" a ji aliyê jinan ve hatin amadekirin, bala her kesî kişand ser xwe.

QADÎRÎ: DIVÊ REBER APO NIHA DI NAV ME DE BE

Li ser navê Tevgera Rojhilat Meryem Qadirî axivî û bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Rojhilat Newroz li Serok Apo, gerîlayên li çiyayên azadiyê û malbatên şehîdan pîroz be. Di vê Newrozê de li çiyayên azadiyê mizgînî dan me. Em dîlgirtina Rêberê xwe qebûl nakin. Divê êdî Rêber Abdullah Ocalan di nava me de be. Bijî Serok Apo. Em li ser navê Tevgera Rojhilat soz didin; Em ê ji bo azadiya Rêber Apo û girtiyên di girtîgehê de û ji bo hilweşandina rejîma Îran û Tirkiyeyê bi biryardarî têbikoşin."

Piştre tîma govendê ya TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê û Hunermend Deza Amed û Foad Golnasab derketin ser dikê.

JANIN WISSLER:  TEVGERA KU ÊZÎDIYAN RIZGAR KIR LI ELMANYAYÊ QEDEXE YE

Hevseroka Dîe Lînke Janin Wissler ku beşdarî Newroza Frankfurtê bû, Newroz pîroz kir. Wissler anî ziman ku ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê dê şandeyeke çavdêriyê bişînin Kurdistanê. Wissler axaftina xwe wiha domand: “Di dema erdhejê de ez li Amedê bûm. Mexdûrên erdhejê hê jî di konan de dijîn. Min serdana malbata Selahattin Demirtaş kir. Bi salan e di girtîgehê de ye. Gelek girtiyên siyasî di zindanên Tirkiyê de ne. Ji girtiyên siyasî re azadî. Li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk em bi Kurdan re ne. Em li dijî firotina çekan ji bo endamê NATO’yê Tirkiyeyê ne. Divê hikûmeta Elman xwedî li Rojava derkeve. Şermeke mezin e ku Efrîn bi panzêrên Elman tê dagirkirin. Divê Rojava weke herêmeke qedexe ya firînê bê ragihandin. Em jî piştgiriya Kurdên Îranê dikin. Em ji dewleta Elman Kurdan krîmînalîzedike re dibêjin êdî bes e! Êdî dawî li krîmînalîzekirinê bine! Em qebûl nakin ku tevgera Êzidiyên Şengalê rizgar kirine, li Elmanyayê were qedexekirin. Em li dijî vegerandina Êzidiyan in. Bijî Hevgirtina Şoreşgerî!”

STAND DI XIZMETA GIRSEYÊ DE BÛN

Di qada Newrozê de BÎR-KAR, TSP, PARTÎZAN, DKP, Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî, Ciwanên Têkoşer, MLKP, PENA-GER, Azadî e. V, Standa Agahdariya Têkiliyên Derve, CÎK, Enstîtuya Kurdî, Heyva Sor, TÎKP, KODAR, PKAN, Meclîsa Jinan a Frankfurtê Amara, UTAMARA, MLPD ICOR, TCŞ û TEKO-JIN, KOMAW, Çira TV, Yenî Ozgurpolîtîka, MARDEF, Koma Alîgirên Amedsporê. Barricade International ji bo ku zarok di rewşên awarte de bilîzin konê alîkariya yekem, konên bêhnvedanê û qadên lîstikê ava kirin. Ji bajarên cuda yên Elmanyayê nêzî 300 otobus, zêdeyî hezar wesayîtên taybet û trenan hatin Newroza fînalê ya 2024’an. Her wiha li gorî agahiyên ji Komîteya Amadekar hatin girtin, ji her nuqteya çûna otobusan bi sedan kes nikarîbûn sewqî qadê bikin. Li qada Newrozê pankarta "FREIHEIT FÜR ABDULLAH OCALAN UND ALLE POLITISCHEN GEFANGENEN" hat daliqandin.

Li qada ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, alên "Newroz Pîroz be", "Bijî Tekoşîna Azadî", "Berxwedan Jiyan e" posterên şehîdên Newrozê yên weke Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan, Zîlan, Mazlum Dogan, Sema Yuce, alên PKK KCK, YPG, YPJ hatin hildan.

Newroza navendî ya Elmanyayê ya 2024 bi stranên Çarnewa, Lawje, Îbo Qamişlo û Koma Rojava bi dawî bû.