BI DÎMEN

Li Rennesê coşa Newrozê

Kurdistaniyên li Rennes û bajarên derdorê dijîn agirê Newrozê pêxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

NEWROZA RENNESÊ

Kurdistaniyên li Rennes û bajarên derdorê yên Fransayê dijîn, danê nîvro li qada vekirî ya Parc des Gayeullesê hatin cem hev.

Gelê Kurdistanê yê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dostên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, gerîla, berxwedêrên zindanan û tevahî mirovahiyê pîroz kir.

Girseya ku bi giranî ji ciwan û jinan pêk dihat, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û û berxwedana gerîlayan. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana PKK’ê”, "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla”, ”Bê Serok jiyan nabe", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" berz kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê malbatên şehîdên şoreşa Kurdistanê di şexsê şehîdên Newrozê de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê agirê Newrozê pêxistin.

Hevserokê Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Mûrat Ceylan di çalakiya Newrozê de axivî. Ceylan di axaftina xwe de Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dostên gelê Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê, li gerîla û berxwedêrên zindanan û li tevahî mirovahiyê pîroz kir û got, “Newroza 2024’an e. Di çarçoveya kampanya azadiyê de ji hêla gelê me ve li her derê tê pîrozkirin. Ev gelekî watedar e. Em bawer dikin ku kampanyaya azadiyê wê bi Newroza 2024'an re xurtir bibe û bigihêje qonaxeke nû. Divê êdî encamên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger û hêviyên azadiya Kurdistanê xurt bike em biafirînin.” Ceylan, qetlîama hovane ya li Rûsyayê jî şermezar kir û got ku dewleta Tirk a faşîst ê ku çeteyên DAIŞ'ê xwedî dike û yên ku çavên xwe ji dagirkerin û komkujiya Efrînê re girtin berpirsyar in.”

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Ulaş Kelaşîn, Redûr Apo, Zarîfe Zêrîn û Ergîn Xelikan berzkirina dirûşman û gerandina govendê bi dawî bû.