BI DÎMEN

Malbatên şehîdan li Sîonê hatin ba hev

Li bajarê Sîona yê Swîsreyê ji bo bîranîna kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê şehîd bûne çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

Çalakiya li bajarê Sîonê ku ji aliyê Înîsiyatîfa Çanda Kurd a li paytexta Kantona Vallaîs ya Sionê ve tê organîzekirin, bi tevlîbûna xizmên kesên ku di serdemên cuda yên têkoşînê de şehîd bûne, pêk hat. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di çalakiyê de Hevserokên Navenda Kurd a Demokratîk a Lozanê Zulfû Bînbîr û Hatîce Kandal jî axivîn. Zulfû Bînbîr di axaftina xwe de bal kişand ser pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de pêk hat û bal kişand ser têkoşîna şehîdan a ji bo pêşxistina vê pêngavê.

Hatîce Kandal di axaftina xwe de li ser navê Meclîsa Jinan a Lozanê ya Lajîn peyama Newrozê da û ji ser Têkoşîna Jinên Kurd nirxandin kirin.

Nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAV) Mûstafa Karahan, ji malbatan re sersaxî xwest û der barê êşkenceya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir.

Di çalakiyê de sînevîzyona ku beşên ji jiyana şehîdan tê nîşandan û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya dilsoziya bi şehîdan re hatin nîşandan.

Di çalakiyê de her wiha banga tevlîbûna çalakiya rûniştinê ya 5 rojan a di navbera 15-19’ê Nîsanê li ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, weke qonaxa duyemîn a pêngavê ye.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.