BI DÎMEN

Di Newroza Fransayê de bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan û Kurdistanê

Komîteya Rêveber a PKK’ê di peyama ji bo Newroza Fransayê şand de wiha got:  “52’yemîn Newroz di esasê xwe de Newroza Rêbertiyê ye. Em bang li her kesên ku agirê azadiyê di dilê wan de heye, li dijî Dehaqên îro bibin Kawayê nûjen.”

NEWROZA FRANSAYÊ

Kurdistanî û dostên wan Newroza "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî" li paytexta Fransa Parîsê pîroz kirin. Bi hezaran kes danê sibehê li taxa Villiers le Bel li hev civiyan û guh nedan baranê bi govendê dest bi pîrozbahiyê kirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan û bi sirûda netewî ya Kurd Ey Reqîb dest pê kir. Malbatên şehîdan agirê Newroza îsal a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêxistin.

Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan û Şahîn Polat derketin ser dikê, beşdaran silav kirin û cejna Newrozê pîroz kirin.

Xanê Akdogan diyar kir ku Newroz salek nû ye û rojek nû ye. Xanê Akdogan şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr anî û diyar kir ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Kurdistanê bê misogerkirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Hevserok Polat jî diyar kir ku sala 2024’an sala azadiya Abdullah Ocalan û Kurdistanê ye.

Piştre peyama Newrozê ya Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK^ê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Newroza 2024’an ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd xala bingehîn e û wiha hate gotin: “Em hêvîdar in ku her kes di vê Newrozê de pêngava me ya azadiyê hîn berfirehtir bike. Em bang li her kesên ku agirê azadiyê di dilê wan de heye, li dijî Dehaqên îro bibin Kawayê nûjen."

PKK: NEWROZA 52’YEMÎN NEWROZA RÊBERTIYÊ YE

Di peyamê de hat destnîşankirin ku ê ku wateya rast da Newrozê û anî asta îro Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha berdwam kir: “Wî, di Newroza 1973’yan de bi amadekirina binesaziya rêxistinî ya PKK’ê dest bi têkoşîneke nû ya azadiyê kir. Her roja ku derbas dibû vê têkoşînê mezintir kir û her roj veguherand Newrozê. Bi têkoşîneke mezin a 51 salan re partiyeke Newrozê, gerîlayên Newrozê û gelê Newrozê ava kir. Di pêşengiya jin û ciwanan de gelê Newrozê yê ku tu carî têk neçû û bi ser neket, derket holê. Lewma ev Newroza 52’yan di esasê xwe de Newroza Rêbertiyê ye. Ev mifteya herî mezin a pêşketina azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Newroz bi bîr tîne ku azadiya Rêber APO bi ruhê têkoşîn û berxwedanê yê topyekûn pêkan e.

Em hemû jî baş dizanin hêza herî mezin a ku Newroz heta roja îro aniye şehîdên me yên leheng in. Ev karwanê azadiyê bi Kawayê Mazlûm Dogan ê nûjen dest pê kir û bi şehadeta bi dehan gerîlayên leheng berdewam kir. Bi Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan re Newroz rastiya xwe ya azadî û berxwedanê bi dest xist. Di Meşa Azadiyê ya Newrozê de ku bi pêşengiya Rêber Apo hat lidarxistin, şehîdên me yên leheng beşdariya herî mezin kirin. Şopa Rêbertî û şehîdên me rêyeke nû ya tijî zanyarî û nûjeniyê li ber me vedike.

'AGIRAÊ NEWROZA ÎSAL LI ESÎMAN BÛ'

Yên ku Newroza îsal herî zêde bi Rêber Apo re jiyan, gerîlayên me yên leheng in. Berxwedana mezin a gerîla bi taybetî li Zapê, bi berxwedana dîrokî ya Îmraliyê re wê hem ji gelê me û hem jî ji hemû mirovahiyê re mizgîniyê bide. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi operasyonên xwe yên şoreşgerî yên li Zapê derbên giran li faşîzma AKP-MHP’ê xist û hê jî lê dixe. Bi taktîkeke afirîner û performanseke teknîkî ya mezin, axa Kurdistanê ji hêzên dagirker û qetlîamkeran re kirin goristan. Li dijî dijminê qetlîamker ê faşîst ne tenê binerd û sererd, ezman jî veguheriye qada şer. Bi derbeya li faşîzma AKP-MHP'ê hat xistin, agirê Newrozê yê îsal li ezmanan hat pêxistin."

'DIVÊ NEWROZA AZADIYÊ BÊNAVBER Û BÊWESTA BIDOME’

Di peyamê de wiha hat gotin: “Gel, jin, ciwan, kedkar û yên xwedî rastiya Rêbertiyê ne, divê di pêşengiya Partî û gerîla de xwedî hestiyar û rêxistinbûyîneke mezin bin û têkoşîna azadiyê bênavber û bêwestan bidomînin." 

PEYAMA TJK-E: TÊKOŞÎNA ME JI BO AZADIYÊ DÊ BIDOME

Piştî peyama Komîteya Rêveber a PKK'ê, parlamenterê Tevgera Serînatewînin Carlos Bîlongo û Serokê Komeleya Ermeniyan a Sarcelleyê Pîerre Îndjeyan derketin ser dikê û cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin. Hunermend Tuncey Govend jî bi stranên xwe gel coşand.

Di peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ya ji bo Newroza Parîsê de ev tişt hate gotin: “Çawa ku Kawa bû sembola berxwedanê û Dehaqên zalim têk bir, îro jî Rêber Apo perdeya mirinê li ser gelê Kurd rakir û bû sembolê jinûve zayîna Kurdan. Fikr û felsefeya wî di jiyana me de cih girt û têkoşîna herî watedar pêşkêşî me kir. Em soz didin ku heta Rêberê me azad bibe û em gelê Kurd bibin xwedî statû, têkoşîna me wê bidome... Bi vê boneyê em roja berxwedanê ya gelê xwe pîroz dikin. Em dibêjin Newroz tê wateya azadiyê, azadiya Rêberê gelan azadiya me ye."

Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş ê ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku gelê Kurd wê têk neçe û her tim li vir e û got, "Ez Cejna Newrozê bi ruhê Jin, Jiyan, Azadiyê li her kesî pîroz dikim." Demirbaş bal kişand ser girîngiya hilbijartinên wecihî yên Yekşema Li Tirkiye û Kurdistanê bên lidarxisitin û wiha axivî: “Ev hilbijartin ne tenê hilbijartinên şaredariyan e; di heman demê de hilbijartina ji bo azadiya Abdullah Ocalan û Kurdan e.” Demîrbaş bang li her kesî kir ku di vê mijarê de çi ji destên tê bikin.

Di Newroza Parîsê de endamê meclîsa herêma Val d'Oise Cedric Sabouret, Hevserokê Komeleya Kurdistaniyên Fransayê Pascal Torre û Şaredarê Villiers le Bel Jean Louis Marsac jî axaftin kirin. Axaftvanan berxwedana gelê Kurd a li her derê silav kirin û banga mezinkirina hevgirtinê kirin. Torre diyar kir ku ew ê ji bo hilbijartinan heyetekê bişînin Kurdistanê, bang li her kesî kir ku ji bo vegerandina 100 şaredariyên ku di bin navê qeyûman de hatine desteserkirin, çalaktir bixebitin.

Piştî axaftinan Hozan Aydin, Mem û Zîn Botan û Hunermend Ferhat Tunç bi stranên xwe gel coşandin û peyamên berxwedanê dan temaşevanan.

Tîma folklorê ya TEV-ÇAND'ê jî bi govenda xwe renk da pîrozbahiyê.