Li Lûzernê danasîna pirtûkên Abdullah Ocalan hatin kirin
Li Lûzernê danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin.
Li Lûzernê danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin.
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pergala îşkenceya Îmraliyê stand hat danîn. Di standê de danasîna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Di standa ku bi pêşengiya Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hate vekirin de gelê Lûzernê hatin agahdarkirin.
Endama TekoJIN Nûda Ekîncî da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi taybetî ev 3 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li ber xwe dide û got: "Em weke ciwanên Apoyî, li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin û şerê ku bê exlaqî dewam dike, em ê berxwedana xwe bidomînin. Bi pêngava 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' hatiye destpêkirin em ê tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin."
Nûda Ekîncî xwest ku her kes beşdarî çalakiyên bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê di 9'ê Sibatê de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê û di 17'ê Sibatê de jî li Kolnê bên lidarxistin, bibin.
Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne" hatin berzkirin.