Li gelek navendên Ewropayê bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ya 68 rojan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, sosyalîstan li bajarê Basel ê Swîsreyê greva birçîbûnê ya 3 rojan dest pê kirin.
Li bajarê Koln ê Elmanya, Parîs ê Fransayê, London ê Îngilîstanê û Basel ê Swîsreyê çalakiyên greva birçîbûnê yên hemwext ên 3 rojan hatin destpêkirin.
Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle ve li BEKSAM (Navenda Çand û Hunerê ya Perwerdehiyê ya Baselê) bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. .
Li ser navê AVEG-KON'ê Gulderen Sevîm daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê yên li dijî tecrîd û pêkanînên dijmirovahî tên lidarxistin dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rejîma faşîst a mêtinger a di bin rêveberiya Tayyîp Erdogan de tecrîda li ser girtiyên siyasî girantir kiriye û hat ragihandin ku bombekirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an parçeyek ji plana îmhayê ne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêkanînên tundiyê yên wekî lêgerîna tazî, hewldanên lînçkirinê, îşkence, tacîza zayendî, gef û heqaret li girtîgehan berdewam dikin û taloqkirina serbestberdana girtiyan, qedexeyên serdanê wekî cureyên curbecur tên bikaranîn.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Hincet hewldanek ji bo veşartina tundiya zayendî ya li dijî jinan e. Garîbe Gezer ji aliyê xebatkarên girtîgehê ve rastî tecawiz û îşkenceyê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da, niha ji bo hemû jinên di girtîgehê de weke gef tê bikaranîn. .
Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 sal in bênavber didome. Di şexsê Abdullah Ocalan de hemû mafên civakî, siyasî û hiqûqî yên girtiyên Kurd û hemû girtiyên siyasî yên ku cezayên giran ê muebbetê li wan hatiye birîn, tên tunekirin.
Êrîşên dewleta Tirk bi armanca şikandina vîna girtiyên siyasî û bi vî awayî rawestandina berxwedana wan a li dijî faşîzmê ye. Lê girtî bi her awayî xwe diparêzin. Ji ber vê yekê girtiyên siyasî yên Kurd ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve li girtîgehên Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ne. Li aliyê din xizmên wan bi nobetên edaletê piştgirî didin têkoşîna wan.
Berxwedana girtiyan û malbatên wan a li dijî tecrîd, îşkence û zextên li ser navê rûmeta mirovahiyê û azadiyê wê tenê bi yekitiya yekitiya Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê bi ser bikeve. Heya ku têkoşîna rûmeta mirovahiyê û azadiyê ya li zindanan dakeve kolanan, wê dorpêçiya faşîst bi têkoşîneke yekbûyî û rewa bê şikandin.
Dewletên emperyalîst ên li Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê CPT ya girêdayî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ne tenê binpêkirina mafên mirovan, îşkenceya tecrîdê û zextên li Tirkiye û Kurdistanê li ber çavan nagirin, di heman demê de piştgiriyê didin wan. Yekîtiya Ewropayê ku li kêleka rejîma mêtinger a faşîst e, di sûcên li ser girtiyan de jî hevpar e.
Em bang li kedkarên Ewropa, hêzên antî-faşîst, jin û ciwanan, rêxistinên koçberan, rêxistinên enternasyonalîst, komunîst û şoreşgeran xwe dikin ku li dijî zextên li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, xwedî li girtiyan derkevin. Werin em piştgiriyê bidin berxwedana girtiyan a ji bo rûmet û azadiya mirovahiyê didin.
Ji bo Ewropayê bibin dengê girtiyan ên li dijî êrîşên tecrîdê li ber xwe didin, em weke rêxistinên îmzeker di navbera 2-4’ê Sibata 2024’an de li Elmanya/Koln, Fransa/Parîs, Swîsre/Basel û Îngilîstan/Londonê grevên birçîbûnê yên piştgiriyê organîze dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku destekê bidin grevên birçîbûnê, têkoşînê xurt bikin.”
Sosyalîstên ku ketine greva birçîbûnê jî axaftinek kirin û banga mezinkirina berxwedanê li her kesî kirin.
Her wiha banga tevlîbûna çalakiya ku wê sibê bi pêşengiya Platforma Dengê Girtiyan (TSP) li Basel Claraplatzê bê lidarxistin, hat kirin.
Çalakvan wê roja Yekşemê dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê bînin.